Polîtîk
YNK: Hilbijartinên parlamentoyê ji bo demokrasî û rewşa aloz baştirîn rê ye
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ragihand ku di 10ê Hezîrana 2024an de hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji aliyê Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê ve hatiye diyarkirin.
Berdevkê YNKê Sadî Ehmed Pîrê, di daxuyaniya xwe ya di derbarê hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de got: “YNK di wê baweriyê de ye ku hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ji bo kûrkirina demokrasiyê û bi giştî derbaskirina vê rewşa aloz a navxweyî û herêmî baştirîn rê ye”.
Sadî Ehmed Pîrê herweha got: “Ji nû ve aktîvkirina parlamentoyê û pêkanîna erkên wê yên qanûnî û bingehîn jî ji bo çareseriya pirsgirêkên piralî yên gelê Kurd girîng e”.