Kurd û darên meydana Teqsîmê
Ev çend roj in ku li Meydana Teqsîma Stenbolê xwepêşandan hene û herwekî berxwedan be, çalakiyên hişk û lêbazî têne kirin. Kî, çima û ji bo çi wan çalakiyan didine kirin jî, bi awayekî têbînî rind tê zanîn.
Ji pir kesan hatiye bihîztin ku çalakvanên herî livakmend Kurd in. Herweha di çend malperên medyayê de jî hatiye ragîhandin ku li Meydana Teqsîmê Kurd berxwedan dikin.
Niha li ser vê babetê gelek pirs tên hişê mirov:
1- Ew hêz û dîtinên ku li Medyada Teqsîmê çalakî dikin û dixwazin ku darên li wirê biparêzîn, gelo dema ew dar û daristanên Kurdistanê ku dihatin şewitandin, rojekê ji bo parastina wan çalakî kirine?
2- Ev ji salekê zêdetir e ku dest bi xebata guhertina Meydana Teqsîmê bûye. Çima niha dest bi çalakiyên ji bo parastina darên Meydana Teqsîmê hatiye kirin?
3- Çi sûda Kurdan di nebirrîna darên li Meydana Teqwsîmê de heye?
Weneyek balkêş ji meydana Teqsîmê: Şîşên bîrayê T.C. nivîsîne
Diyar e ew kesên ”Kurd” ku li ser navê Kurdan diçin Meydana Teqsîmê û xwe bi daran ve girêdidin da ku ew dar neyên birrîn, xisareke mezin didin Kurdan û rûmeta Doja Kurdî serobin dikin.
Gotineke Pêşiyan weha dibêje: HEFADO XWEŞMÊRO DI BER XELKÊ RE.
Zeynelabidin Zinar