Vîdeo

Xelk ji destê PYDê bêzarin(Vîdeo)

 

Ev vîdeo li ser beşek ji sinorê Kurdistana Rojava li gel Başûr hatiye kişandin. Gelek genc , xelk ji Başûrê Kurdistanê ji bo karên xwe yên rojane benzîn û mazotê li pişta xwe dikin û tînin Rojava. Li Rojava PYD li benda wane. Dema derbas dibin  PYD bêşê ji wan distîne.

Li ser vê yekî Tevgera Ciwanên Kurdistanê ev vîdeo di bloga xwe de belav kirine û nirxandinek gelek kin û bi wate li ser vê bûyerê kirine.

Ciwanên Kurdistanê dibêjin: Kurdên Rojava ji Başûr benzînê li pişta xwe dikin û tînin Rojava. Hinek hêzên “ şefaf“ di bin navê bêşê de pera ji wan distînin. Pere bi zorê ji wan têne standin. Em bangî vê hêzê dikin: Ew kesên ku hun ji xwe re serok dibînin hesabên wan yên banka vale bikin û li vî gelî belav bikin, divê hun bêşa vî gelî bidin. Nabê ev gel bêşa we bide.

 

 

Back to top button