Cîhan

FKKS êrîşên li Kobanê şermezar dike

Em êrîşa 1’ê Adara 2024’an a Tevgera Ciwanên Şoreşger ên li ser ofîsa PDK’ê ya Rojava li bajarê Kobanî bi tundî şermezar dikin. Tiştê şaş e ku meriv şîdet û destdirêjiya li ser komeke din a siyasî ya kurd ku ji bo heman armancê şer dike “ maf û azadiya kurdan“ tê kirin. Rêz negirtina cudahî û nêrînên cuda nayê qebûlkirin û li dijî bingeha Kurdistaneke demokratîk û azad e ku li ser esasê rêzgirtin û toleransê ji hevdû re hatiye avakirin.

Li Rojavayê Kurdistanê bi hezaran ciwanên Kurd di têkoşîna azadî û mafên demokratîk de canê xwe feda kirin û gelek jî birîndar bûn. Êrîşkirin û tepisandina muxalefetê li dijî her tiştê ku şehîd û şervanên Kurd têkoşiyane ye. Divê ti îdeolojiya siyasî xwe li ser daxwaza kolektîf a Kurdan a azadî û demokrasiyê negire .

Em bang li Tevgera Ciwanên Şoreşger dikin ku di siberojê de dev ji van kiryarên îmhayê berde û li şûna wê li dijî hêzên dagirker têkoşînek yekgirtî û ji bo rizgariya Kurdistanê têbikoşe. Ji bo Kurdistaneke azad û demokratîk zêdetir tolerans û yekîtî pêwîst e.

Bijî Kurdistan.
Bijî Kurdistaneke demokratîk û azad.
Azadî berdewam e..
Bijî gelê Kurd.

Berzan Kockaya
Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd

Back to top button