Kultur

960 xwendekar bo xandinê bo dervey welêt hatin bi rê kirin

Îro di maresimekê de ku Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û hijmareke wezîrên hikûmetê û nûner û konsoslosên welatên biyannî amade bûn, wecbeya duyem ya xwendekaran (960 xwendekar) di çarçoveyê bernameyê geşepêdana şiyanên mirovî de ji bo timamkirina xanidna master û dktorayê bo dervey welêt hatin bi rê kirin.

Serokê hikûmetê di peyvekê de got:
– Ez serbilind im ku digel hevalên xwe li civata wezîran li ser geşepêdana pirosesa şiyanên mirovî li gor pîvanên zanistî û lêhatî, dûr ji teskiye û wastekarîyê,  berdewam in.

– Hikûmeta herêma Kurdistanê, hikûmeta hemû xelkê Kurdistanê ye. Ji wezîfeya meye xizmeta hevwelatiyan bikin û avadenî, zanist û fêrbûnê ber bi pêşve bibin. Li ser dema rijêma jinavçûyîya Bexdayê gêncên ku ji bo timamkirina xandina bilind biçin derve bê par bûn. Lê îro hikûmeta herêma Kurdistanê bi wê wezîfeyê radibe û bernameyê geşepêdana şiyanên mirovî cîbicî dike.

Her di vê merasimê de, Dilawer Elaedîn wezîrê xandina bilind û lêkolînên zanistî yê hikûmeta herêma Kurdistanê behsa giringiya bernameyê geşepêdana şiyanên mirovî kir û got:
– Di qonaxa yekem ya bernameyê geşepêdana şiyanan 700 xwendekar bo dervey welêt, bo welatên pêşkeftî, hatin hinartin. Îro jî 960 xwendekar tên birê kirin.

Elî Sindî wezîrê pilandananê di axavtina xwe de behsa giringiya bernameyê geşepêdana şiyanan kir û pîrozbahî li xwendekaran kir û got ku ji bona serxistina bernameyê navborî, wezareta pilandananê dê hemû alîkariyan bike.

Balkêş e ?
Close
Back to top button