Polîtîk

Barzanî ji aliyê zanîngeha Amerîkayê a li Libnanê ve hat xelat kirin

Îro di merasimekî de ku, birêz Mesrûr Barzanî, cîgirê serokkomarê Îraqê, serokê parlementoya Kurdistanê, serokên zanîngehên Kurdistanê û sefîrê Amerîkayê yê li Bexdayê jî tê de amade bûn, zanîngeha Zanist û Teknolojiya Amerîkayî a li Libnanê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî xelat kir.

Di destpêka vê merasimê de serokê komîteya birêvebirina zanîngeha navborî Heyam Seqer peyvek pêşkêş kir û got:
– Ji Binarên Fînîqiya û ji çiyayê Erzî a Libnanê hatine bo vê devera pîroz daku, bi gelê vê devera pîroz re bi hev re bin, hatîne daku, silavên gelên Libnanê pêşkêşî gelê kurd bikim û em xwedan rêz û xweştewîstiyeke taybetin ji bo kelê Kurd, ev gelê ku, di dîrokê de bi gelek terajdiyan re rûbirû maye û bi darê zorê li ser erdê xwe hatiye derkirin lê bi hêza xwe erd û welatê xwe parastiye û nihajî xwedan ezmûneke baş û hêviyên baş bo paşerojêye.

– Ez weke welatiyekî libnanî, gelê kurd û serkirdayetiya vî weke Darekî Erzê dibînim ku, kokên xwe xistine nava erdê û pel û şaxên xwe ber bi asmanê şînve dirêj kiriye û ti reşebayek jî nikare vê bihejîne. Ev gelê han xwedan çandeke bihêz ya mirovahiye û bi wan kesan re ku, di hin serdeman de zilimê li vî jî kirine gelek bi başî tevdigere û heta niha dilê ti kesek jî ji xwe neêşandiye, belê eve gelê Kurdistan û serkirdayetiya wî ya hekîmane ku, berxwedan kirin û ti car jî dev ji welat û axê xwe bernedan, serok Barzanî giraniya rêberatî kirina gelê xwe xiste stuya xwe, ev gelê ku, di dîroka xwe de bi çendîn komkujiyan re rûbirû bibû ku, mînaka wan di dîroka mirovahî de gelek kême, lê jibilî ku, birêz Mesûd Barzanî ti carî bîr li stendina întêqamê nekiriye hev dem ji gelê xwe re jî gotiye ku, bila cavê we li pêşerojê be bêyî ku, karesat û nehametiyên derbasbûyî jî jibîr bikin.

– Lewre em weke zanîngeha zanist û teknolojî a Amerîkayê ya li Libnanê tevahiya hêz û îmkanên xwe tevger dikin û daxwaz ji serok Barzanî dikin ku, serdana me bike daku, ji nêz de hayedarê rewş û asta Zanîngeha me bibe, niha li wir daxwaz ji birêz serok Barzanî dikim ku, kerem bikin vê Erza Libnanî ji me werbigire û di nava baxçeya vê baregeha han de biçînine û hêvî dikim ku, temenê şêniyên vê erda han jî weke dirêjahiya temenê vê darê han be û pîroze şoreşa gelê kurd.

Piştî bi dawî hatina gotara Seqer, serok Barzanî jî peyvek pêşkêş kir û spasiyên xwe pêşkêşî nav hatî û hevalên vî kir û got:
– Ev xelatkirina han rêz girtineke ji tevahiya şorêşger û xebatkarên îraqî û bi taybetî gelê Kurdistanê re ku, tevahiya me bi çanda wî ya lêbûrînê serbilindin, çanda ku, ji bo bidestxistina van destkeftên han çavkaniyeke gelek baş û bihêz bûye.

– Em bi ti awayî nikarin ku, welatê xwe bêyî vê çanda han bipêş bixin, ez li wir careke din tekez li ser vê yekê dikim ku, em rola xwe baş dilîzin û gelên Îraqê jî ji wan kêşe û arîşeyên heyî rizgar dikin.

– Raste Libnan di warê erdnigarî de biçûke lê di warê zanist û hizir de gelek mezin û bihêze, gelê Libnanê jî bi gelek terajdiyan re rûbirû maye, lê piştî her karesat û terajdiyekî kariye ku, careke din rebe û ev jî nîşaneya vê yekê ye ku, gelê Libnanê jî gelekî zindiye, li wir şîret li hikûmeta Kurdistanê jî dikim ku, girîngiyeke baş bide peyvendiyên xwe yên bi vê Zanîngeha han re, careke din spas ji bo xelata we ku, ev jî Dara Elerzeye bêgoman ezê vê xelata han biparêzim. Gelek spasiya we dikim.(KTV)

Back to top button