Mesrûr Barzanî: Divî demokrasî û federalî bingeha siyasetê be

Duhî Mesrûr Barzanî pêşwaziya cîgirê hakimê medenî yê Îraqê yê salên 2003 û 2004 û konsulusê berê yê Berîtanyayê yê li NY Jeremy Grenstook kir.
Di hevdîtineke de ku, heyetek ji rayedarên konsulusxaneya Berîtanyayê jî têde amade bûn, çendîn babetên girîng yên sebaret bi rewşa siyasiya Kurdistanê û peyvendiyên Kurdistanê yên bi Bexdayê re jî hatin nîqaşkirin.
Her di vê çarçoveyê de jî bûyer û pêşkeftinên heyî yên li deverê jî hatin nirxandin.
Di berdewamiya hevdîtinê de Jeremy kêfxweşiya xwe a li hember vê yekê ku, piştî 7 salan û piştî bi dawî hatina giftûgoyên heyî yên di derbarê qanûna îdareya dewletê careke din vedigerê Kurdistanê û ecîbmayîna xwe a li hember pêşkeftinên heyî yên Kurdistanê jî diyar kir.
Di dirêjahiya vê hevdîtinê de Mesrûr Barzanî balkêşande ser helwesta serokatiya siyasî ya Kurdistanê a di derbarê bûyer û pêvajoya han de û diyar kir ku, Kurdistan girêdayî bi destûra bingehîn ya Îraqê ye û ”Em hêvî dikin ku, aliyên din yên Îraqê jî, bi taybetî dewleta federal, di vî warî de rêz ji destûra bingehîn a Îraqê bigirin û bihevre jiyan, demokrasî û fedraliyet û jiyaneke baş û abûriyeke bihêz bikin esasa nêrînên xwe yên siyasî.” (KTV)