Nivîsar

Di xwepêşandanên Jîna Emînî de helwesta PKK ê

Jîna Emînî bi bedena xwe ya ciwan a 22 salî nûnertiya çarenûsa Kurdan û jinên Kurd yên li vê erdnîgarî yê kir. Dema ku Jîna ji dayik bû, malbata wê xwest ku navê Jîna li nifûsê qeyed bikin, lê ji ber ku navê Jîna bi kurdî ye nifûsê qebûl nekir. Vê carê navê wê Mahsa hatiye nivîsandin. Yanî Jîna dema hat dinyayê ji ber ku kurd bû rastî neheqiyeke mezin hat. Yên ku zarbên kujer li wê bedena ciwan xistin, ji ber ku Kurd bû û jin bû, ewqas bêrehimbûn. Qedera Jîna weke qedera hemû Kurdên bindest bû. Lê bi şehadeta wê re, çirûskek ku vê qedera bêbext ji hev bijikîne vêket. Li ber bîranîna Jîna Emînî û hemû kesên ku di hewldana bilindkirina çirûska wê de jiyana xwe ji dest dane, em bi rêzdarî bejna xwe ditewîn in.

Serhildana Jîna Emînî parçeyek ji têkoşîna gelê Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî dewleta terorê a Îranê ye. Her wiha hemû nasnameyên ku dewleta Îranê ji nedîtî ve hatin, tevlî vê serhildanê di bin. Ji ber vê yekê niha serhildana Jîna Emînî ne tenê çiruskek hestîyarî ye, parçeyek ji siyaseta herêmê ye. Vê serhildanê Îran xistîye nava tengasîyê de. Wê hêj dijwartir bike. Lê kevneşopiya dewleta Îranê ne kevneşopiyeke ku meriv bi sivikî binirxîne. Di niha ve dewleta terorê a Îran stratejiyek diyar kiriye ku li hemberî van xwepêşandanan wê çi bikin û payre jî wê çi helwest wergirin. Mijara wê xwepêşander û mixalif wê bi çi hevpeymanan çekin babetek çûda yê gotûbêjê ye.

Girîngiya Navenda Hevkarî a partîyên Rojhilatê Kurdistanê stratejîk e

Bi teybetî, divê Kurd çi bikin û dikarin çi bikin bi hizrekî kolektîf a kurd tevbigerin. Heta niha “Navenda Hevkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê – Nawendî Hawkarî Hizbekanî Kurdistana Îranê” roleke bibandor di vî warî de lîstiye. Sê partî bi awayekî aktîf di vê navendê de cih digirin. ji bilî pêkhateya PJAK-KODAR ê ku ew baskê PKK ê ye, hemû partîyên sîyasî Rojhilatî vê navendê esas digirin. Ev pêkhate bû ku çirûska yekem a xwepêşandanan vêxistî. Bi minasebeta salyada şehadeta Serokê Giştî yê PDK ê Şerefkendî meşa ku di 17 ê Îlonê de li Berlînê pêk hat de banga serhildaneke gelmperî û grevek giştî hate kirin.

Helwesta vê navendê niha pirr girîng e. Lê giringîyekî heyatî jî ew e ku ka nêzîkatiya PKK ê ya li hemberî vê bûyerê wê çi be

PKK di helwesta xwe de dudil e

Di rojên destpêkê yên bûyera Jina Emînî de PKK û pêkhateyên girêdayî wê yên weke PJAK û KODAR bêdeng man. Ew jî bi nîv dil beşdarî banga greva giştî bûn. Piştî 22 ê Îlonê ku xwepêşandan mezin bûn, bi 180 pile şûnve zivirî û xwe weke xwediyê rastî yê xwepêşandanan dest nîşan kir.

PKK rêxistineke merkezî ye. Tê dîtin ku di ji bo hemû qadên xebatê ferman hatîye dayîn ku xwe pêşandanên jîna Emînî re bê deng nemînin. HDP jî li benda talimata Pkk ê bû ku dewletek wek Îranê mehkûm bike. Xwepêşandanên Jîna li Bakurê Kurdistanê weke fermaneke rêxistinkirî dest pê kir. Her wiha di demên dawî de aktîfbûna Rojava nîşan dide ku biryareke navendî hatiye girtin. Yanî PKK dixwaze di meseleya Jîna Emînî de pêş de xuya bike.

Di şert û mercên asayî de divê ev guhertina helwesta PKK ê were çapladayîn. Lê belê kesên ku têkiliyên navbera PKK û Îranê di van 30 salên dawî de dizanin û şahidên dîroka nêz bûne, dikarin texmîn bikin ku guhertina helwesta PKK ê ya di bûyera Jîna Emînî de wê ewqasî jî mehsûm nîne.

Dema ku jiyana rêveberên PKK ê di destê Îranê de be, vêca PKK wê çawa li dijî Îranê tevbigere

rexmê ku Demîrtaş porê xwe jêkirî ye, Mazlûm Abdî peyam belavkirî ye û PKK ê jî di medyayê de ektik bûye, lê bele formulek heye ku em jê piştrast in: “heya ku endamên damezrîner ên PKK ê Mistafa Qarasû, Duran Kalkan, Riza Altûn, bi taybetî Cemîl Bayik, li Silêmanî yê deverên di bin çavdêrîya Îranê bijîn ew nikarin li dijî îranê helhestekî micid nişan bidin. PKK nikare yek gavekê jî bavêje ku Îranê têxe tengasiyê. Belê, formuleke wisa zelal heye. Ji bo vê yekê em tiştê me eleqedar dikin ne artêşa medya civakî ya PKK ê û daxuyanîya endama bêbandor a PKK ê Besê Erzincan û hwd. Gotinên wan tenê ji bo mebestên propagandayê ne, gazîya   hestên girseyê dikin.

Belê, rêveberiya PKK di bin garantorê Îranê de dijî. Ji ber ku PKK ji sala 2012 an û vir ve li Rojhilata Navîn li gorî plangêrîya Îranê xwe cih kirî ye, em dikarin vê rewşê zelaltir rave bikin. Ji sala 2012 an ve PKK amûreke sîyasî û leşkerî ye li gorî berjewendiyên Îranê tevdigere.

Bi kurtasî, radestkirina bajarên Rojava ji PKK-PYD ê re encama plana Îranê ye. Îranê ev pêvajo plan kir û radestkirin di navbera PKK û Esad de pêk hat. Ji wê demê ve PKK ê di berdêla Rojava de pêkhateyên Rojhilat KODAR û PJAK’ ê rehîn da ye Îran ê. di bertîla ku PKK li Rojhilat alozîyan dernexe Rojava radestî Pkk ê hat kirin.

Xwepêşanderên Rojhilatî posterê dostê PKK ê Qasim Silêmanî şikandin,şewitandin

Her wiha bicihbûna Pkk ê ya li Iraq û Herêma Kurdistanê encama lihevkirina bi Îranê re ye. Hatina hêzên PKK ê ya Kerkûkê, tevlîbûna wan di nava Heşdî Şeibî de, dagirkirina Şingalê û vekirina gundên Silêmanî, Asos û Qeredaxê ji PKK ê re, hemû di çarçoveya erêkirin û plana Îranê de pêk hatin. Li gorî vê peymanê PKK ê di 16 ê cotmehê de di dema îşgala Kerkûkê de li dijî Referandûmê derket û bû alîgirê Iraqê. Di derbarê wê de gelek hûrgulî hene. Ev hemû bi lihevkirina Cemîl Bayik û Qasim Silêmanî li Suleymaniyê bajarokê Kalaçolan pêk hatin.

Niha xwenîşanderên Jîna Emînî li Rojhilat tablo û peykerên Qasim Silêmanî diçirînin, ku PKK bi wî re peymaneke stratejîk îmze kiribû. Gelo PKK dikare vê peymanê bişkîne?

“Gelo PKK dê destwerdana hevpeymaniya dijî sîstemê ya li hundirê Îranê bike?”

PKK bi navika xwe bi Îranê ve girêdayî ye. Yan jî bi awayekî rasttir, PKK ya Cemîl Bayik bi Îranê ve girêdayî ye. Her roj jî bi piştgiriya Îranê dijîn. Jixwe Cemîl Bayik di 3 ê Çileya 2019 an de stratejiya xwe dîyarkir û gotibû, “PKK li pêşiya koalîsyona dijî Îranê ku Kurd jî di nav de ne, asteng e.” Niha pirseke krîtîk li pêşiya me heye: “Gelo PKK dê rêgirîyêli hevpeymaniya dijî sîstemê ya li hundirê Îranê bike?”

Bersiva vê pirsa krîtîk bi çend xalên bingehîn dikare bersiv dan

1- Beriya her tiştî hesasiyeta Jîna Emînî ya PKK ê tenê ji bo propagandaya girseyê ye. PKK li dijî Îranê tevnagere. Roja ku dijî Îranê bisekine, divê ji Şingal û Silêmanî derkeve.

2- PKK tevgereke keysbaz e. xwepêşandanên Jîna Emînî her tim çawa be wê xwedî encam be. Hêrs civakêwê berztir bibe. PKK dê hewl bide ji vê civata hêrsbûyî şervanan tevlî xwe bike. Jixwe agahî tên ku PKK ê yekîneyên wergirtina şervanan şandine xeta Pêncewîn- Merîwanê.

3- Tevlîbûna PKK ê di xwepêşandanên Jîna Emînê de ne bêxeberî Îranê ye. Mesafeya di navbera cihê ku Cemîl Bayik lê dijîyê û navenda Îranê ya li Silêmaniyê çend gav in. Di vê mesafeyê de kes şer li hember kesî nake. Helbet PKK ê jî Îranê destûr girt ku tevlî pêvajoya serhildanê bibe.

4- Tevlîbûna PKK ê ya pêvajoya Jîna, rewşeke ku Îran tercîh dike ye. Ji ber ku partiyên din ên Rojhilat di helwest û bernameya xwe de xwedî prensîbên Kurdistanê ne. Dewa ax û niştîman dikin. Hebûna wan Îranê bêzar dike. Îranê PKK hilbijartiye, ji ber ku PKK bi armancên sîyasî- neteweyî tevnagere. Dixwaze armanca xwepêşanderan ne sîyasî û niştimanî be, tenê mafên civakî û dadwerî be.

5- PKK ji xeynî îstîxbarata çar welatên dagirker ti carî bi tu rêxistineke Kurdistanî re tifaqeke demdirêj çênekirî ye. Ew tenê ji bo ku hevpeymanîya niştimanîa Kurd hevbelav bike tevdiger. Loma jî PKK hewrêyekî bêbawer e.

Yanî helwesteke stratejîk a li dijî Îranê ji PKK ê nayê hêvîkirin. Heta ku Pkk kirasê Heşdî Şeibî li ser milê şervanên xwe bihêle, li Silêmaniyê di bin çavdêrîya Îranê de bimîne û li Rojava parêzvanê siyaseta Şam-Tehranê be, ev helwest nayê guhertin. Ji bo vê jî helwesta PKK ne bi şîroveyên li ser Twitterê û medyaya civakî, di hevpeymanîya li gel Îranê tê fêmkirin.

Nêrîn/Şirove

Darkamazî

Back to top button