PDK-S mûşekbarana Îranê şermezar kir

Partiya Demokrat a Kurdistan a Sûriye di daxuyaniyekê de êrîşên rejîma Îranê li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir.

PDK-Sê di daxuyaniya xwe de daye zanîn: “Sibêdeha îro, bargeha Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ji aliyê Pasdarên Îranê ve bi mûşek û balafirên bê balafirvan di nav axa Herêma Kurdistanê de rastî êrîşan hat,  hevdem bargeha Partiya “Komele” li gundê Zirgiwzê li Silêmaniyê û bargeha Partiya Azadiya Kurdistanê li devera Şêrawa li pirdê hatin armanckirin, û di encama wan êrîşan de derdorê 50 kesan şehîd û birîndar bûne.”

Wê partiya han di beşk din a daxuyaniya xwe de êrîşên rejîma Îranê şermezar kiriye û daye zanîn: “Em wek Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê wan êrîşan berdewam li ser bargehên partiyên Kurdî di nav axa Herêma Kurdistanê de ji aliyê hikûmeta Tehranê ya ku terora sîstematîk li hundir û derveyî Îranê bi rê ve dibe, şermezar dikin.”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: