PolîtîkRojev

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Vatîkan li Iraqê kir

Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Mitja Leskovar Balyozê Vatîkan li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Vatîkan li Iraqê bi navê dewleta Vatîkanê ve bi tundî êrîşa Komara Îslamiya Îranê ya li ser navçeyên cûda cûdayên Herêma Kurdistanê şermezar kir û ji bo qurbaniyên wê êrîş û bombebaranê sersaxiyê li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir.

Balyozê Vatîkan li Iraqê pêzanînên xwe ji bo pêgeh û rola Serok Barzanî ya li xebata gelê Kurdistanê û berqerarkirina aştiyê da hebû û her wiha ji bilî derbirîna pêzanînên xwe ya ji bo kultûra pêkvejiyana gelê Kurdistanê, spasî gelê Kurdistanê jî kir ku li rojên dijwar da sedan hezar koçber û penaberên ji pêkhatên cûda cûda û bi taybet Krîstiyanan himbêz kiriye.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî balkişand li ser kûrahiya çanda pêkvejiyana li nav gelê Kurdistanê da û tekez jî li wê yekê kir ku gelê Kurdistanê li pêşxistina wê çandê de berdewam dibê û eger çend dengeke nexwastî jî ji bo dijayetiya pêkvejiyanê hebê ji aliyê gelê Kurdistanê ve ew deng nayên pesend kirin.

Li dirêjahiya hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û Serok Barzanî wê yekê dûpatkir ku pêwîste kêşeyên Iraqê li ser bingeha guftûgo û destûrê bê çareser kirin.

Li dawiya vê hevdîtinê de Balyozê Vatîkanê spasî gelê Kurdistanê û sazî û damezraweyên Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşwazî û mîhvandariya Papayê pîroz kir û her ji bo vê helkeftê jî diyariyeke taybetî pêşkêşî Serok Barzanî kir.

Back to top button