PolîtîkRojev

Serokwezîr pêşwazî li şandeke bilind a serbazî û ewlehî ya Iraqê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a serbazî û ewlehî ya Iraqê ya bi serokatiya Serokerkanê Artêşa Iraqê General Ebdulemîr Yarulla kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de tekezî li girîngiya pêşvebirina hevahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê kiriye, bi taybetî li deverên maddeya 140 ji bo rûbirûbûna terorê.

Herwiha Mesrûr Barzanî destnîşan kiriye ku divê Pêşmerge weke beşek ji sîstema ewlehiya Iraqê were dîtin û were piştgirîkirin, ji ber ku bihêzbûna Pêşmerge di berjewendiya seqamgîrbûna rewşa ewlehiya Iraqê bi giştî de ye. Divê artêşa Iraqê jî nûnertiya hemû pêkhateyên Iraqê bike û bêyî ciyawazî, wan biparêze.

Şanda bilind a serbazî û ewlehî ya Iraqê tevî pêşkêşkirina kurteyek li ser rewşa ewlehî û serbazî ya li Iraqê, destnîşan kirin ku armanca hatina vê şanda bilind, pêşvebirin û bihêzkirina hevahengî û hevkariya navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge ye.

Back to top button