Li Tirkiye hêja bi temamî ji keşeya şewata daristana xilas nebûye,vê carê hatina baranek bi hêz li devera Behra Reş bû sedemê lehî û şapeyek mezin û di encam de 27 kesî jiyana xwe ji dest da û hinek hemwelatî li ber avê ketine û hêja nehatine dîtin.
Di lehiyê de li bajarê Kastamunu 25 û Sinopê jî 2 kesa jiyana xwe ji dest daye. Kolanên bajara bûye wek çemên mezin û av têde diherike. Gelek rê xirabûne û hatin çûna navbera hinek bajar û navçeyan hatiye astengkirin. Herweha gelek avahî rûxane û li ber lehiyê çûne.
Wezirê navxwe û hinek wezîrên din serdana herêma ku lehî lê çêbûyî kirine û bahsa tedbîrên ku têne standin dikin.