Roja 13ê Tebaxa 2021an, demjimêr 10ê sibehê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriya, li ofîsa PDKSê ya rojavayî Qamişlo civîna xwe ya asayî lidarxist ..
Civîn di serokatiya serokê ENKSê Siud mele û amadebûna endamên desteya serokatiyê û tevlîbûna endamên emindariya giştî pêkhat. Di civînê de rewşa siyasî hate gotubêj kirin..
Di derbarê naveroka civînê de endama desteya serokatiyê Fesla Yusif daxûyanik da û got: Bi giştî li ser pêşveçûnên herî dawî yên siyasî derbarî naveroka diyaloga kurdî kurdî di navbera encûmena niştîmanî ENKS ê û partiyên Yekîtiya Niştîmanî Kurdî gengeşkirin û herwiha ser rol û xebata ENKS ê û piştevaniya wê derbarî lihevkirin û yekrêzî û yekhelwesta kurdî di nav danûstandinan de ku dikeve di ber xizmet û berjewendiya gelê kurd de li Kurdistana Sûriyê ,û weku encûmena niştîmanî tekes kirin ser berdewamiya va danûstandinan