
Vîrusa Crona li cîhanê belav bûye. Li her welatekî bi awayek cuda belav dibe û nisbeta kesên bi vê nexweşiyê dikevin cardin li gora welatan tê guhertin. Ev vîrûs li Çînê derket û li cîhanê belav bû. Lê dixweyê Çînê bi siyaseta tekoşîna li himber belavbûna vê vîrûsê siyasetek rast rêvebir û serdestî li Cronayê kir.
Lê çûyîn hatina di nava welatan de, jiyana rojane pêwendiyên civakî hişt ev vîrûs zû belav bibe û xelk ji hev vegirin.
Li welatên wek Îtalya, Îran û Ispanyayê ev nexweşî gelek belav bû. Tedbîrên li himber vê nexweşiyê zû nehatin girtin. Ji bo vê yekê jî hêjmara kesên tujî vîrûsê bûyî zehf bûn û gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Li welatên wek Kuba, Çîn , Koreya Başûr karin bi siyasetek rast ber li belavbûna vîrûsê bigrin û niha jî arîkariya welatên din dikin.
Ewropa dema pêwist nekarî siyasetek rast li himber sekinandina vê vîrûsê reve bibin. Tenê Almanya karî rê li belavbûna vê vîrûsê bi awayekî bigre. Herweha niha Amerika bûye nawenda vê nexweşiyê û Amerika belabûn zêde dibe û hêjmara miriyan jî li gora vê rojane zêde dibe.
Niha li gelek welatan jiyan sekiniye, zaningeh û dibistan hatine girtin, yariyên sporê hemû hatine betal kirin, resturand, qehwexane, çayxane hemû hatine girtin, li gelek welatan hatina xelkê li ba hev hatiye sekinandin. Eşkerebû ku, sistema tenduristiya gelek welatên pêşketî û modern li himber şerê li dijê Cronayê têkçûn û nekarin tenduristiya xelkê xwe biparêzin.
Wezîra bergiriya Ispanyayê di daxûyaniyek ya xwe de dibêje ku, ji bo rê li kombûna xelkê bigrin, artêş daketiya nava bajaran. Lê mixabin li hinek malan de kesên bi temen di nava cihên xwe de mirî têne dîtin.
Ev daxûyaniya wezîra bergiriya Ispanyayê metirsiya vê nexweşiyê dide diyarkirin.
Li Kurdistana Başûr hukumetê li himber belavbûna vê nexweşiyê ji welatên pêşketî baştir tedbîr standin. Derketina derve hate qedexekirin. Evê heta radeyek mezin rê li belavbûna Cronayê li Kurditanê girt. Lê mixabin bajarê Silêmaniyê bû deriyê ketina vê vîrûsê li Kurdistanê. Silêmanî gelek guh nadin tedbîran û xelkek bi rêyên kaçaxî ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê dikin û ew jî bûye sedemek mezin a belavbûna vê vîrûsê.
Bê guman piştî têkçûna vê vîrûsê , dê li cihanê de gelek tişt bêne guhertin, rewşa ekonomik ruxaye, siyaseta rêvebirina hinek welatan têrê nake, sistema tenduristî bê çare maye û da xûyakirin têra karasetekî nake. Welatan piraniya imkanên xwe û ekonomiya xwe ji bo şer, ji bo çêkirin û firotina çekên giran serf kirine. Niha jî her welatek bi awyekî di nava xwe de guhertinên xezayî pêktîne.
Dixweyê dê piştî têkçûna Corona dê li cîhanê gelek tişt bête guhertin.Heta radeyekî sistema rêvebirina welatan û jiyana civaka dê bê guhertin.
Nûçe/Analîz