Daxûyaniyek û çend pirs

Hinek aliyên siyasî li bakurê Kurdistanê ji bo pirsgirêkên herêmê û êrîşên Tirkiye li ser bingehên PKKê li başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê daxûyaniyek hevbeş belav kirin.

Di daxûyaniyê de tenê tiştên gelemperî û gotinên girovet têne gotin. Li Kurdistanê hêzên siyasî heta rastiya pirsgirêkan nebêjin û çavên xwe li siyaseta çewt bigirin , dê tu cara daxûyaniyên wan jî negihêje encamekî.

Gelo ji bo çi behsa kiryarên xirab yên PKKê li herêma Kurdistanê nakin? Ji bo çi nabêjin ku dewleta Tirk bi hêceta helwesta PKKê êrîşê başûrê Kurdistanl dike û PKK bi zanebûn berê Tirka dide Kurdistana Başûr.

Daxûyaniya hinek aliyên bakurê Kurdistanê:

Dagirkerîya Îran û Tirkiyê ya li Heremê Kurdistan û Rojava berfirehtir û kûrtir dibe. Bi taybetî operasyonên Artêşa Tirk (TSK) yên ji sala 1980î vir de yên bi hêceta “sedemên ewlehîyê” tu pêywendîya van operasyonan bi ewlehîyê re tune ne û ev operasyon pirsgirêka Kurd kûrtir dikin. Ji avabûna komara Tirkîyê heta niha pirsgirêka Kurd bi sîyaseta ewlehîyê çareser nebûye û çareser jî nabe.

Ev Demeke dirêj e Artêşa Tirk li qadên di bin desthilatdariya Heremê Kurdistan de operasyonên leşkerî yên derhuqûqa navneteweyî çêdike.  Tirkîye û îranê bi van operasyonên xwe yên bi salan li Başur û Rojava yê Kurdistane berdewam dikin, ji berk u ditirsin Kurd bibin dewlet. Mafê millete Kurde wek hemû milletin din statuya xwe sîyasî lı gor dixwazê xwê pêk bîne.

Tişta eşkere ev e ku derdê Tirkîyê ne “ewlehîya sînor an jî qada ewlehîyê ye”. Heke wisa bûya ji pêşnîyara dewrîyeya hevbeş ya li ser sînor re wê bigotana Belê. Jixwe Tirkiye endamê NATOyê ye û parastina ewlehiya sînorên wê di berpirsîyarîya NATOyê  de ye jî. Lewma pirsgirêka ewlehîya sînoran li Tirkîyê nîne.

Tirkîye li ser xeta efrîn-qamişlo-şingalê hesabên dagirkerîya mayînde dike. Operasyonên tên kirin ne tenê operasyonên leşkerî ne, rasterast dagirkerîye ye.

Plansazî, komkirina leşkeran li ser sînor û dersînor avakirina karakol û pratîka Efrîn-Şehba-Xakûrkê nîşaneyên dagirkeriya mayînde ne. Îran jî heman pratîkê li Heremî Kurdistana û Rojava bi pêş dixe. Hêyne Niştecihên wargeha Mexmûrê ya di bin çavdêriya neteweyên yekbûyî de (UNHCR) di bin fişar û çavdêrîya van hêzan de ne.

Em wek partî û rêxistinên li ser van xalên li jêr lihevkirî radigihînin ku;

1) Em dagirkeriya dewleta Tirk û dewleta Îranê ya li Heremê Kurdistan û Rojava şermezar dikin. Divê dawî li vê dagirkerîyê bê anîn û leşker bên vekişandin. Şer û dagirkerî ne çareserî ye. Em bang li van hêzan dikin.. pirsgirêkan di zemîneke aştîyane û demokratîk de bi mûhatabên Kurdistanî re çareser bikin. Dev ji  rê û rêbazên hatine ceribandin û encam jê nehatîye standin berdin.

Em bang dikin ku bila hemû hêzên Kurdistanî di vê mijarê de hestîyar bin û alîkarê sepandina mafên desthilatdarî yên Heremê Kurdistana Azad bin. Alîkarê bicihanîna ewlehîya hemwelatiyan û parastina xaka welat bin.

2) Di seri de em daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî (UN), NATO, Konseya Ewropayê (CE), Komîsyona Yekîtiya Ewropayê  (EU) û rêxistinên navnetewî dikin ku yên dixwazin axa Heremê Kurdistan û Rojava dagir bikin, hişyar bikin.  Bila bidin zanîn ku pirsgirêkên heyî tenê bi rêyên aştiyane û demokratîk dikarin bên çareserkirin. Bi vî awayî ji wan hêzên di serî de me behskirî daxwaziya alîkarîyê dikin.

3) Em ji gelên Tirkiyê,  îranê, ji gelên herêmê, kesên demoqrat û ji raya giştî daxwaz dikin ku li hemberî van hewlên dagirkeriyê re bibêjin ” ji şer û dagirkerîyê re NA!”

4) Em ji gelê xwe daxwaz dikin ku xwedî li destkeftiyên her çar perçeyên Kurdistanê derkevin. Li hemberî pirsgirêkan dev ji berjewendîyên hizbî berdin û dest biavêjin berjewendîyên Kurdistanî.

Heke em bi çaveke Kurdistanî xwedî li destkeftiyên her çar perçeyên Kurdistanê dernekevin, em hemû wê bin bikevin. Roj roja xwedî li derketina destkeftiyên her çar perçeyên Kurdistanê ye. Roj ew roj e ji destkeftiyên her çar perçeyên Kurdistanê re bibêjin “YÊN ME NE”

5) Daxwaza me ji çapemeniya kurd e; di vê pêvajoya hestîyar de dev ji geşkirina pirsgirêkên hizbî yên partîyên Kurdistanî berdin.

Li hemberî gefên yana qada ewlehîyê yan jî wek moxolan em ê agir berdin her deverê bi hişmendîyek Kurdistanî xwedî li destkeftîyên Kurdistanê derkevin. Çapemenîya Kurd divê hewla piçûkkirina pirsgirêkan bide ne mezintirkirina wan.

6)  Di 5. Salvegera Komkujîya (Genocide) Êzîdîyên Şingal’ê de biryara Parlamentoya Kurdistanê ya bi yek dengî roja 3yê Tebaxê wek roja Komkujîya Êzîdiyan pejirandî watedar dibînin û silav dikin (Diyarbakır/Amed, 07.08.2019)

Hareketa Azadî, Partîya Heremên Demokratîk (DBP), Şoresgerên Demoqrat (DDKD), Kongreya Civaka Demokratîk (DTK/KCD), Partîya Demokratîk a Gelan (HDP), Partîya İnsan û Azadî (PİA), Partîya Komunîsta Kurdistan (KKP), Platforma Demokratên Kurd (PDK), Partîya Azadî, Partîya Demokratê Kurdistan – Tirkîye (PDK-T), Partiya Bindestên Sosyalîst (ESP)

 

Nerîna min :