Dosya

Serokê Kurdistanê cîhanê bi pirsa Kurd têdigihîne

Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Wezîrê Derveyê Polonya civiyan

Li civîneke birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya li gel birêz Maciej Lang Cîgirê Wezîrê Derveyê Polonya de, xweşhaliya xwe bi yekem serdana xwe ya Iraq û Herêma Kurdistanê derbirî, her wiha behsa civîn û hevdîtinên li Bexda, bilind ragirtina rola Herêma Kurdistanê ya li hewandina hejmareke zêdeyê koçber û penaberan kir û dûpat kir ku siyaseta welatê wan zêdetir pêşxistina peywendiyane li gel Iraq û Herêma Kurdistanê.

Li civîna ku êvariya îro sêşem 30/07/2019 li Hewlêr birêveçû, birêz Serokê Herêma Kurdistanê spasî vê serdanê kir û balkişand li ser wê yekê ku derfeteke baş heye Herêma Kurdistan û Polonya peywendiyên xwe li warên cûda cûda de pêş bixin, her wiha bi kurtî behsa şerê Da’îş û encamên wê, muamelekirina li gel qonaxa nû, berev pêşveçûna peywendiyên Hewlêr û Bexda, çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûra Iraqê kir.

Nirxandina pêşhatên siyasiyên navçeyê û handana kerta taybet ya her dû aliyan ya ji bo hevkarî û hemahengiyê, babeteke dinê vê civînê bû.

Li hevdîtineke birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Matthijs Wolters Balyozê Holenda li Iraqê de ku erkê wî bi dawî tê, spasî piştgîriya birêz Serokê Herêma Kurdistanê û sazî û dezgehên peywendîdarên Herêma Kurdistanê li kar û çalakiyên wan kir, her wiha dûpat kir ku welatê wan bi girîngiyê ve temaşa berev pêşvebirina peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dike û pêzanînên xwe ji bo hevkariyên Herêma Kurdistanê ya ji bo koçber û penaberan‌ jî nîşan da.

Li hevdîtina ku piştî nîvro ya Îro sêşem 30/07/2019 li Hewlêrê birêveçû, birêz Serokê Herêma Kurdistanê ji bilî bilind nirxandina kar û çalakiyên birêz Wolters û hêviya serkeftin xwestina li erkê wî yê nûda, tekez li ser daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Holenda kir û tîşk xiste li ser qonaxa niha ya peywendiyên Hewlêr û Bexda. Her wiha aramiya Iraqê bi cihê girîngî pêdana Herêma Kurdistanê da zanîn û bi kurtî behs li ser ewlewiyata qonaxa paşarojê jî pêşkêş kir.

Nirxandina berev pêşvebirina peywendiyên aboriyên Herêma Kurdistanê û Holenda, mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Li civîneke birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Dr Omer Elkenderî Konsolê Kuweytê li Herêma Kurdistanê de tekez kir ku Mîrê Kuweytê û Hikûmet û xelk wê bi geşbîniyê ve temaşa berev pêşvebirina peywendiyên xwe yên li gel Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî dikin. Li vî derbarî de balkişandin li ser konferansa avadankirina Iraqê ku li Kuweytê hatibû encamdan.

Li civîna ku nîvro ya îro sêşem 30/07/2019 li Hewlêrê birêveçû, birêz Serokê Herêma Kurdistanê spasî hevkariyên miroviyên Mîr û Hikûmet û xelkê Kuweytê ya ji bo koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û vekirina wan ya beramber bi Iraq û Herêma Kurdistanê kir û daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo zêdetir berev pêşvebirina peywendiyên li gel Kuweytê dûpat kir.

Her wiha rêzdar piştgîriya xwe ya ji bo bi cîhkirina rasparde û biryarên konferansa avadankirina Iraqê de nîşan da û hêviya hatina zêdetirê veberhênerên Kuweytî ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê xwest.

Nirxandina rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî û qonaxa piştî şerê Da’îş û çend babetekî peywendîdar bi rewşa emnî ya Rojhilata Navîn, mijarên dinên civînê bûn.

Li civîneke birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya li gel birêz Dr. Luei Şebane Birêveberê Herêmî ya rêxistina Sindoqî ya Neteweyên Yekgirtî ya karubarê niştecihan û şandekî li gel de, birêz Şebane bi kurtî behsa armanca serdana xwe ya ji bo nîşandana piştgîriya rêxistina wan ya li encamdana serjimêriya giştî li Iraq û Herêma Kurdistanê û her wiha ji bo beşdarîkirina li bîranîna bîst û pênç saliya konferansa navdewletiya nîştecihan û pêşxistina wê û bîranîna pencih saliya damezrandina rêxistina wan kir.

Li civîna ku berî nîvro ya îro 30/07/2019 li Hewlêrê birêveçû, birêz Serokê Herêma Kurdistanê kar û çalakiyên rêxistinê bilind nirxand û behsa pirsa serjimêriya li Iraqê kir. Her wiha hêvî xwest ew pirs neyê siyasî kirin û li ser bingeha destûra Iraqê muamele li gel da bêkirin. Rêzdar bi kurtî behsa berev pêşveçûnên Herêma Kurdistanê bi taybetî li rûyê girîngîdana civak û malbat û wekheviyê kir.

Asta peywendiyên dam û dezgehên Herêma Kurdistanê û rêxistina wan, çend pirsekî peywendîdar bi nîştecihan ve, peywendiyên Hewlêr û Bexda, pirsa koçber û penaberan û mekanîzma vegerandina wan ya li ser warên wan, babetên dinên vê civînê bûn.

Li hevdîtineke birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Nee Ruchi Konsolê Giştî yê Komara Çîn a Mîllî li Herêma Kurdistanê û şandekî li gel da, birêz Ruchi ji bilî pîrozbahî û xwestina hêviya serkeftinê ji bo rêzdar ya li posta Serokê Herêma Kurdistanê da, daxwaza welatê xwe ya ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê dûpat kir û bi kurtî di derbarê çalakiyên xwe yên li Herêma Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir.

Li hevdîtina ku berî nîvro ya îro sêşem 30/07/2019 li Hewlêrê birêveçû, birêz Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser peywendiyên Herêma Kurdistan û Çînê li warên aborî, bazirganî, pîşesazî, rewşenbîrî û kultûrî, perwerde û xwendina bilind û berev pêşve birina wan kir û li vî derbarî de amadehiya Herêma Kurdistanê ya ji bo her hevkarî û hemahengiyek de nîşan da.

Nirxandina rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî û qonaxa avadankirina piştî şerê Da’îş û hemahengiya zêdetirê di navbera kertê taybetî ya her dû aliyan ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistan û Iraqê, babetên dinên vê hevdîtinê bûn.

Back to top button