Civak

Kêşeyên xwe neynin nava Kurdistanê

Piştê kiryarên bûyera teroeîst a Hewlêr hatin girtin, serok Barzanî peyamek ji bi Raya Giştî ragihand.

Peyama serok Barzanî:


Piştî kirdara terorîstiya roja çarşem 17.07.2019 ku li yek ji xwaringeheke Hewlêrê rûda û dîplomatkarekî Tirkiye û dû hemwelatiyên sîvîlê Kurdistanê bûne qurbanî, xweşbextane îro hêzên Asayîş û Dije Terorê Kurdistanê karîn encamderê serekiyê tawanê û hevkarekî wan destgîr bikin.

Gelek bi germî destxweşiyê li qehremanên Asayîş û Dije Teror û hemû dezgehên emniyên Kurdistanê dikim ku karîn bi zûtirîn dem tawanbaran destgîr bikin û wekî herdem selmandin ku cihê bawerî û şanaziyê ne.

Her wiha spas ji bo hemwelatiyên delal ku li vê demê de hevkar û piştevanê hêzên emniyan bûn. Xelk û dezgehên emnî carekî din dane xûyakirin ku Kurdistan tu demekî nabê pêgeha terorê û tu tawanbarek jî, ji çavên xelkê dilsozê Kurdistanê û heloyên dezgehên emniyên Kurdistanê wenda nabê.

Her ji vir ve daxwaz ji hemû aliyek dikim kêşeyên xwe neynin nav Kurdistanê û nebin sedema ziyan gihandina xelkê Kurdistanê.

Mesûd Barzanî
20.07.2019

Back to top button