KulturRojev

4emîn festîval a navdewletî ya filmên anîmasyon a Kerkûkê

Çaremîn Festîvala Navdewletî ya Filmên Anîmasyon a Kerkûkê bi beşdariya 15 fîlman ji welatên cuda li bajarê Kerkûkê birêve çû.

Çaremîn Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Anîmasyon a Kerkûkê ji aliyê Serdar Zangana ve û bi hewlên Encumena Navdewletî ya Filmên Anîmasyonî ya Kerkûkê tê organîzekirin û 15 fîlm ji welatên cuda weke Danîmarka, Misir, Cezayîr, Îran, Tirkiye û Herêma Kurdistanê dê bên nîşandan.

Encumena Navdewletî ya Fîlmên Anîmasyon a Kerkûkê di weşanxaneya xwe de da xûyakirin ku,berhemên ku di salên 2020, 2021 û 2022 de hatine berhemanîn, dikarin beşdarî çalakiyê bibin.

Festîvala Navdewletî ya Filmên Anîmasyonî ya Kerkûkê îsal bi forma pêşbirkê nehat lidarxistin, lê derhênerên hemû fîlmên beşdar di festîvalê de, bi bawernameyên rêzgirtinê hatin xelatkirin.

Back to top button