Polîtîk

490 milyar gihîşt Herêma Kurdistanê

Îro 23/03/2015 ew bire pareya ku ji aliyê Wezareta Darayî ya Hikumeta Iraqê ve wekî beşek ji budçeya Herêma Kurdistanê hatibû diyar kirin gihîşt Hewlêrê.

Ehmed Ebdulrehman Peyvdarê Wezareta Darayî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê bi Rûdawê ragihandiye, pare gihîştiye û ew bire pare jî mûçeya Hêzên Zêrevanî, hêzên Amade, Encûmena Asayîş û Wezareta Navxwo tê dabeş kirin”.

Peyvdarê Wezareta Darayî got:”135 Milyar dînarên din weku pareyê cotyarên Herêma Kurdistanê li gel wê 490 milyar dînar gihîştiye Hewlêrê”.

Back to top button