Nivîsar

Berhem Salih ne nûnerê Kurdan e

Zikrî Mûsa

Ev demek e ku Berhem Salih 2 – 3 xulam ji xwe re girtiye ji bo ku riwê wî li nava xelkê Kurdistanê sipî bikin. Lê pirsgirêk ew e ku nav û dengê wî di nava xelkê Kurdistanê de ewqasî herifiye, ku ew berdesk jî nikarin tiştekî jê re bikin.

Silêman Ebdulah Yûnis, ku yek ji wan berdeskê Berhem Salih e, nivîsandiye: “Di nava PDKê de jî xelk hene ku bi serkeftina Berhem Salih kêfxweş in û qedeha şerabê ji bo wî bilind kirine.” Herwiha dibêje: “Geryana Berhem Salih li welatan, defakto nîşan dide ku diktor serokomar e. PDK jî ji ber referandûmê ji dinyayê qût bûye.”

Bi rastî dema Berhem Salih kar bi nivîskarekî ber destê xwe dike ku jê re riwê wî sipî bike, divê wan tiştan qet jibîr neke ku:

Yekem: Berhem Salih ne nûnerê Kurdan e û qet nabe nûnerê vî miletî, ji ber ku ne bi dengê Kurdan hatiye hilbijartin. Xelkê Kurdistanê jibîr nakin ku bi çi firt û fêlan û bi sefqeyên cihê gumanê bûye sebeba ku hilbijartina serokmar ji destê Kurdan derkeve û di dawiyê de Erebên Şofînî û neyarên Kurdistanê biryar dan ku kî bibe serokmar.

Duyem: Berhem Salih ji bo kursiyekî ku ti qîmeta wî tune ye, pişta xwe da hevalên xwe yên wê partiya ku çêkiribû, û silogan û dirûşim û armancê xwe avêt. Kesî hurmet û kerameta wî zilamî neşikand, ji wî pê ve. Ti hurmetek ji xwe re nehişt. Binpêkirina prensîpan ewqasî beloq in, ku ti nivîskareke mezin û feylesûfek nikare jê re pîne bike.

Sêyem: Defakto nayê afrandin dema ku mirov pişta xwe dide prensîp û exlaq. Defakto û rastî ew e ku xelkê Kurdistanê wî wek nûnerê xwe bibînin. Ew û karên wî heta di nava YNKê de jî nayên qebûlkirin. Nizane çi bike ji bo ku xelkê Kurdistanê wî wek siyasetmedarekî rastgo bibînin.

Çarem: Eger PDK ji dinyayê qût bûye, ji me re nabêjin PDK çawa di herdû hilbijartinên derbasbûyî de bû partiya yekemîn li ser astê Kurdistan û Iraqê? Li cem PDKê ya girîng tenê baweriya xelkê Kurdistanê ye, ne kerba di dilê hin kesan de. Ji xwe me dît jî çawa neyarên referandûmê pend ji dîrokê re.

Pêncem: Serok Barzanî dixwest ku kesekî azadîxwaz û destpaqij û rastgû nûneratiya gelê Kurd bike û ji aliyê partiyên Kurdistanî bê hilbijartin. Ti pirsgirêka kesî bi Berhem Salih re nebû û çêdibe ku biba berbijêrê Serok Barzanî jî. Lê her ew bû ku berê tîr li YNKê dabû û piştre dest ji hevalên xwe yên partiyan nû jî berda û hema ji nişkê ve bû berbijêrê YNKê.

Şeşem: Serok Barzanî xwedî helwesteke bihêz vegeriya Bexdayê û ew kesên ku dixwestin hebûna Herêma Kurdistanê jinav bibin, çû li hemberî wan sekinî. Serok Barzanî derfeteke nû da Bexdayê ji ber ku derfeteke nû hatibû afrandin. Serok Barzanî çû Bexdayê da ku wan pilanên ku li Bexdayê bi alîkariya hinek Kurdan dihatin amadekirin, bişkîne.

Heftem: Eger Berhem dixwaze wek nûnerê Kurdan be, pêwîst e di civîna Neteweyên Yekbûyî de îstîfa bike û bêje ez dest ji serokatiya Iraqê berdidim û serxwebûna Kurdistanê rabighîne. Wê demê emê hemû jê re qedeha xwe bilind bikin. Mane Berhem ji Erebên şofînî re gotibû ku hevjîna Fûad Husên Cihu ye û Barzanî jê re gotiye eger ti bibe serokmar her di civîna Neteweyên Yekbûyî de îftîfa bike û serxwebûna Kurdistanê rabighîn.

Heştem: Serok Barzanî li ser cihekî be, nûneratiya wijdan û hêviyên gelê xwe dike. Baweriya xelkê pê tê û rêberatiya doza xwe ya rewa dike û rê û aso li pêşiya wî zelal in.

 

Back to top button