Serok Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê civiyan

Serok Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian îro 15ê Çileya 2019an li Hewlêrê civiyan.

Di hevdîtinê de, Balyozê Fransa li Iraqê û Konsolê Giştî yê Firansa li Hewlêrê û hejmarek ji dîplomatkarên wî welatî amade bûn.

Peyamnêrê K24ê li Pîrmamê da zanîn, hevdîtina Serok Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê û şanda pê re gelekî dostane bû, ji ber ku Fransa bi dosta Kurd tê naskirin û di çendîn qonaxên cuda de piştevana gelê Kurdistanê û hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye.

Herwiha got, ji bilî bihêzkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê, rola Fransa di qonaxa piştî nemana DAIŞê û avedankirina navçeyên nû ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin tê guftûgokirin û Wezîrê Derve yê Fransayê û şanda pê re li Bexdayê jî ji bo wê mebestê guftûgo bi berpirsên bilind ên Iraqê kirin.

دوا زانیاریی لەبارەی کۆبوونەوەی سەرۆک بارزانی و وەزیری دەرەوەی فەرەنسا

Gepostet von Kurdistan24 am Montag, 14. Januar 2019

Nerîna min :