Şerefxan CizîrîLi ser pirsa tifaqa Kurdan nîqaş her roj berdewam in. Aş û baş tê niqaş kirin. Keleh ava dibin û keleh xeradibin. Kêmayî û zêdebûn tên nîqaş kirin. Divê em bibêjin; ji bona tifaqan nîqaş di nava Kurdan de herdem baş e…Belê, Li Başûr, li Rojava, li Rojhilat, li Bakur pirsa tifaqa Kurdan di rojevê de ye. Her perçê Kurdistanê pirsa tifaqan li gora rastiyên xwe yên siyasî û civakî tîne ziman. Ramanên baş jî û ramanên beradayı jî tên formüle kirin. Divê pirsê de wê zelalî û ramanên baş bi wextê re dîyar bibin. Şık di vir de tüneye. Gav bi gav wê reş û spî baş dîyar bibe.Ev ji pêvajoyeke normal e.Em dizanin ku niviskarê Kurd Ehmedê Xanî beriya sêsed salî pirsa tifaqa Kurdan anîbû ziman û miletê Kurd ev pirs di nava xwe de hîna jî çareser nekiriye. Ma xêr e gelo? Ma Kurd ewqasî bêkêr in? Ma Kurd di vî heyemî de jî berjewendiyên xwe yên milî nasnakin, nizanin, nebihistine, fêr nebûne, hîna xesîm in gelo? An jî pirs heta nûha çewt hatiyê nîqaş kirin? Tifaq, weke ku tê zanîn divê beriya her tiştî pêvajoyeke şênber be, ne rêzber û xeyalî be. Tifaqa şênber divê li ser nirxên milî ava bibe. Ma Kurdan hîna ji nirxên xwe yên milî nasnekirine? Ma derengmayîn bûyê taybetmendiyeke netewî li ba Kurdan?Beriya her tiştî divê mirov bi dengekî bilind bibêje; tifaqa ku Ehmedê Xanî qal dike tifaqa milî ye. Ji bona berjewendiyên milî Ehmedê Xanî qala tifaqê dike. Kurd û Kurdistan beriya her tiştî hewcedarê tifaqeke milî ne. Ya ku Kurdan dike Kurd, Kurdan tîne cem hevdû, wana dike xwediyê nasname, hevbeşbûna dîrokî, kulturî, civakî, siyasî, zimanî di nava miletê Kurd derdixê pêş tifaqa milî ye…Hilbet, beriya her tiştî tifaqa ku pêşî siyasî be, ji hêla hêzên siyasî bê organizekirin, bê ajotin wê bi xwe re pirsen siyasî jî derxîne holê. Ango, wê di vê pêvajoyê de berjewendiyên bîçûk hebin, wê ezezetî hebe, wê heremparêzî hebe, wê bexiltî hebe ûhw. Lê gava ku mirov xwe weke milî pênase bike, divê ev pirsgirêk di nava pêvajoya milî de dakevin xalekî minimûm. Divê ev pirsgirêk di nava pirsa milî de werin hilandin. Heta ev helwest di xebata milî de bi tevahî divê jı holê were rakirin. Milîbûn vê na ji me dixwaze.Xuyadike ku îro tevgera Kurdan ya siyasî li seranserê Kurdistanê negihiştiyê vê astê. Dîsa eşkere xuyadike ku hişmendiya milî di nava Kurdan de lawaz maye û berpirse vê yeke ji tevgerên siyasi ne. Tevgerên siyasî pirsên milî derdixînin rojevê, li ser van pirsan siyasetê dikin lê pêwistiya milîbûnê jî birêkûpêk bicih nayînin. Projeya milîbûnê ji ber van sedemên sîyasî li seranserê Kurdistanê qels maye. Pratika Kurdan li ber çava yê, divê mirov li xwe mikûr were; wayê dar û wayê mişar!Kurd heta nûha baş û birêkûpêk milî nebûne.Gava ku em vê asta qels bi hevbeşî di nava xwe de baş zelal bikin, bi zanyarî analiz bikin, encamên wêna raxin ber çavan, em dikarin bi hevdû re derçûneke nû jî destpêbikin…Em bi dildarî wê gavê ji xwe bipirsin; min ji bona welatê xwe çi kiriye, ne ku em bibêjin welatê min ji bona min çi kiriye? Pêşî, min ji bona welat çi kiriye, dûra jî welatê min çiqasî xwedi li jêhatbûna min derketiye. Ev yek divê baş were nîqaş kirin.Hûn li welatê me ji kê bi pirsin bipirsin, wê jı wê re bi baldarî bibêje; ji bona milîbûne fedakarî pêwist e, hevkarî pêwist e, nefsbiçûkbûn pêwist e, hest û ramanên paqij pêwistin, aqil û makûlbûn pêwist e ûhw. Gava ku mirov ne amade be ji bona armancên xwe yên milî fedakariyê bike, ji bona vê armancê piştgirtiya hest, helwest û ramanên paqij neke, di siyasetê de nefsbiçûk nebe, rasta rast pêvajoya milîbûne derbê dixwe. Hildiweş e. Rastîya me ya siyasî û milî îro ev e. Ji ber van sedeman jî ev proje lawaz dimîne, potansiyela me ya milî perçe dibe û dijminên Kurdan ji sergovendiyê dikin.Li Bakurê Kurdistanê jî îro heman pirs û pirsgirêk di rojevê de ne. Niqaş bi piranî li ser pirsgirêka milî û tıfaqa navxweyî tov dibe. Lê em bi xwe li ser pirsgirêkên derveyî milîbûne, li ser sempatî û antî patiyên siyasî, li ser xitimandinên psikolojik, li ser mîrateyeke tehl, li ser tecrubeyên negatif, li ser kulturek dijberitiyê û berberiyê van pêwendiyan birêve dibin. Ji ber wilo jî barê me giran e. Lê dîsa jî em dibêjim, xem nine. Ev karwanê tifaqa milî divê bi hemû potansiyela xwe bikeve ser rêya rast.Bav û kalên me Kurdan dibêjin; bila rê be bila dûr be, bila bîr be bîla kûr be!Ma Seydayê Tirêj jî di helbesta xwe de nabêje; barê me welat, ey heval rêya me dûr e.Gava ku barê me doza welat be, nabe ku em li hêviya çareseriyên erzan û rojane hemû wextê derbas bikin. Em baş dizanin ku tifaqên mekanik tucara dêmdirêj nabin. Ji ber ku sekterizm û mekanîkbûn xwînê didin hevdû. Divê ev tifaq li ser nirxên milîbûna Kurdan, pîvanên organîk û bingeheke sosyal were damezrandin. Her tifaqa milî hilbet xwediye naverokek sosyal e jî. Milîbûn jî hilbet di heman wextê de sosyalbûn bi xwe ye!Werhasil, divê em blok û tifaqên dîrokî ava bikin. Hemû rêxistin û şexs divê ji bona vê armancê fedakariyê bike. Em dizanin ku gelek tifaqên mekanîk di firêza siyaseta Kurdan de çêbûne û ew hemû jî ji bona me bûnê barekî giran û ketine stûwê me.Dîsa em dizanin ku gava ku tifaqên siyasî zû hildiweşin moralê mirovên Kurd jî pere hildiweşe. Ji ber wilo jî hewcedariya me bi tifaqên demdirêj û tebût heye. Hewcedariya Kurdan bi rêgezên milî û exlaqekî hevkariyê heye. Di vê tevgirêdanê de tifaq ji bona berjewendiyên şexsî û rojane nabe lidarbikevin. Xebata Kurdên Bakûr ji bona tifaqa milî divê di demeke makûl de jî bi dawî were û hêviyê bide miletê Kurd.Ez dibêjim; hemû curê tifaqên sîyasî di nava Kurdan de baş in lê tifaqa milî di ser hemû tifaqan re ye! 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: