Barzani û bepirsên Iraqê civiyan
Li bajarê Silêmaniyê Mesut Barzani serokê Kurdistanê û Eyad Elawî , Usama Nuceyfî herdu cîgirê serokkmarê Iraqê re civîya. Di civînê de behsa rewşa piştî referandumê hate kirin.Di derbarê civînê de serokatiya Kurdistanê daxûyaniyek belav kir. Daxûyani bi vî awayiye:Roja şemiyî 07.10.2017 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmanî li gel her yek ji birêzan Dr Eyad Elawî û Usame Nuceyfî Cîgirên Serok Komarê Iraqê civiya.Li vê civîna sê alî da di derbarê rewşa niha ya Iraqê têda derbas dibe û çawayiya çareserkirina babet û kêşeyên peywendîdarên bi qada siyasî de guftûgo kirin.Li vî derbarî de Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê ragihand, amadebûyên civînê rêkkeftin li ser van xalên xwarê.1 – Destpêkirina guftûgo û civînên di navbera aliyên siyasiyên serekiyên li Iraqê ya ji bo aramkirina rewşê.2 – Civîn li ser ajandaya vekirî bêne encamdan.3 – Destbicih rakirina sizayên li ser Herêma Kurdistanê.4 – Destpêkirina civînan li paşarojeke nêzîk da û bi piştbestina bi aliyetekî taybet ji bo hemahengiyeke berdewam.