CivakPolîtîk

Ji bilî serxwebûnê rêyek din tuneye

Komiteya ragihandina Encumena Bilind a Referanduma Kurdistanê daxûyaniek jib o Raya Giştî ragihand. Di daxûyaniyê de dibêje: 25ê Îlona 2017an, roja yekalîkirina çarenivîsa gelê me li Kurdistanê ye. Roja nîşandana daxwaz û îradeya rastî ya welatiyan e ji bo diyarkirina çarenivîsê. Dengê me hemûyan divê ji bo serxwebûnê be.Berdewamiya daxûyaniyê de komiteya ragihandinê dibêje: Ji sedsala borî ve, em hatin înkarkirin, jenoside û enfalkirin û hewla tunekirina me hat dayîn, lê bi xebat, xweragirî û qurbanîdana bêhempa, gelê Kurdistanê zindî ma û roj bi roj bihêztir bû.Dengê aştîxwaz û hemû hewlên gelê Kurdistanê ji bo jiyana hevbeş ligel dewleta Iraqê bê encam bûn û hat şikandin. Ji piştî rûxandina rêjîma Beis û avakirina Iraqeke nû, diyar bû destê bilind yê ferhenga piştguhkirina Kurdistanê û piştguhxistina hevpariyê li Iraqê ye. Gelê Kurdistanê beşdar bû bo avakirina Iraqê li ser bingeha federaliyet, destûr û hevpariyê, lê ew hemû hatin binpêkirin û Iraq bû dewleteke taifî.Niha tirsa gelê Kurdistanê ji dahatûyê heye, ji ber wê biryar da riya xwe bigre ber û dawî li jiyana ligel dewletekê bîne, ku sed salî azar li ser destê wê dîtiye. Ti riyeke din li pêş gelê Kurd nemaye, ji bilî serxwebûnê, ku mafê rewa yê her gelekî ye.Serxwebûna Kurdistanê hilgirê peyama aştî, pêkvejiyan û cîrantiyê ye. Serxwebûn ji bo rêgirtin li êş û karesatan e. Ji aştî peyda bibe û dostî û biratiya bi gelên navçê re kûrtir bibe. Ji bo gelê Kurdistanê bipêş bikeve û bibe beşek ji karwana mirovatiyê. Di roja 25ê Îlonê de, dengê gelê Kurdistanê, dengê belê ji bo avakirina dewleta welatbûn, pêkvejiyan, rêzgirtin li mafên mirovan û azadiya bîr û baweriyê dibe. Di dewleta Kurdistanê de wekheviya siyasî, yasayî û medenî di navbera hemû pêkhateyên netewî û olî peyda dibe.

Back to top button