Civak

40 malbatên bajarê Wanê çûn başûrê Kurdistanê

 

Hijamreke malbatên bajarê Wanê li bakûrê Kurdistanê, piştî erdhejê, ji ber rewşa xeraba jiyanê û ji tirsa dubarebûna erdhejê, qesta devera Amêdiyê li başûrê Kurdistanê kiriye.

Li gor rojnameya War ku, li Duhokê derdikeve, 40 malbatên lêqewmiyên bajarê Wanê, ji ber rewşa xeraba jiyana wan û ji tirsa dubarebûna erdehejê, qesta başûrê Kurdistanê kiriye û li devera Amêdiyê li kampa Şêladizê akincî bûne.

Rebiya Elî yeke ji wan kesên koçbr ji rojnameya navborî re behs asedam hatina wan malbatan bo başûrê Kurdistanê kir û got:

Ji ber rewşa xeraba jiyana me, em neçar bûn koçberî başûrê Kurdistanê bibin. Em ji aliyên peywendîdar dixazin ku di hewara me werin û bi zîtirîn deme alîkariya me bikin. Me hemû tiştê xwe li wê derê bi çî hêlaya û qesta herêma Kurdistanê kiriye.

Nuha rewşa jiyanê li bajarê Wanê û derdûra wê gelek dijware. Hikûmeta Tirkuyê jî weke pêwîst alêkariya hevwelatiyên kurd nake.

Qadir Ezîz rîvebirê şaredariya Dêrelokê jî got ku navê wan malbatyên ji Wanê hatine Şêladizê hatiye qeyd kirin û alêkariyên destpêkî jê re hatîne dabîn kirin dû di demek nêzîk da dê alîkariya bo wan malbatan bê dayîn.

Weke tê zanîn piştî erdheja Wanê û derdşra wê, gelek mabatên kurd ji wê herêmê ber bi bajar û herêmên din çûn. 

 

nûçeyîn peywendîdar:

https://rojevakurd.com/civak/8875-Wan-milyonek-insan-derve-dij.html

https://rojevakurd.com/civak/8764-Wan-601-mir-4152-birndar.html

 

Rojevakurd

 

Back to top button