Kultura Eşîran…

Şerefxan CizîrîJi aliyê afirandina kultur de, di dîroka civata kurdan de, dema helî berhemdar, bi raya min dema civata eşîrî ye. Vê dîtinê ez weke dîrokvanekî dibêjim; Dîroka kurdan ji hezar salan û vir de ji aliyê eşiran ve hatiye pêşxistin. Kurdên eşîr ji gelek alîyan de berhemên bêhempa afirandine. Him ji aliyê kultura madî û him ji aliyê kultura mavewî de berhemen gelek hêja hene. Kultura me ya aktûel tije mînakên wilo ne. Civata eşirî xwe bi rêya kultura xwe gelekî baş îfade kiriye. Edebiyata me ya devkî di vî warî de mînakek gelek balkêş e. Ev berhemên vê edebîyatê dewlemendiya kultura Kurdan e û van berheman jî ji hêla kulturî de civata Kurdan li ser lingan hiştîne. Kurd van berhemên civata xwe baş nasnakin, lê belê bi wan berheman Kurdan hest û ramanên xwe dane der û hişmendiyeke kurdewarî avakırine…Naskirina vî kulturî bê naskirina eşirên Kurdan ne ne mumkun e. Sîyasetmedar û rewşenbîrên me hîna jî eşirên Kurdan baş nasnakirine. Tu ji wana re bibêje Heyderî, Hesenî, Cibrî, Milî, Kîkî, Heverkî, Omerî, Reşkotî, Pencinarî, Elikî, Pinyanişî, Şûvî, Deqorî, Şıkakî, Gabarî, Mîrsinanî, Ertuşî ûhw, ew ji wan navan tiştekî fêm nakin. Wê bibêjin qey ev navê teyrik û tilûran e! Cîh, nasname û taybetmendiyên wan eşîran heta nûha qet nebihistine. Heta naskirina wana weke kêmasiyeke entelektûelî jî hatiye nîrxandin. Li ba hinekan jî me, eşîr, weke bûyureke paşverû tê nirxandin. Li cem rayedar û rewşenbîrên dewleta serdest jî ev dîtinên çeloxwarî hene.Di vê mijarê de dîtinên gelek kurdan weke yên rewşenbîr û sîyasetmedarên kemalistin! Kemalistan ramanên çewt pêşkêş kirine, yên me ji ev çewtî dubare kirine. Ma ev ne tiştekî eceb e? Lê di cıvata Kurdan de rastiya dîrokî û civatî, di derbara eşîrên Kurdan de, vê yeka hanê gelekî zelal nîşanî mirovan dide; sîyasetmedar û rewşenbîrên ku eşirên Kurdan baş nasnekin, nikarin di warên xwe de berhemên bi rêk û pêk jî biafirînin…Kî dibe bila bibe, hunermend be, rewşenbîr be, zanyar be, di dawîya dawî de wê bivirê wana li kevir bikeve…Wê hilma wana biçike…Wê feleka wana berepaş bizîvire…Em baş dizanin ku gelek “şoreşgerên me” ji ber van sedeman bejik man û bûne xeribe cıvata xwe. Wana tucara ne dîrok û ne jî taybetmendîyên Kurdistanê baş naskirin. Ne jî Marks, ne Engels, ne Peter Krapotkîn u ne ji sosyolog û antropologen navdar ûhw, di vê mijarê de baş naskirin. Çavkaniyên wana yê ramanî, tenê hinek rewşenbirên gelên serdest bûn. Bi hezaran lêkolinên zanyarî di ber wana re derbas bûn, lê ev li wan berheman hûr û kûr nebûn. Hergav ji hebûna xwe bidûrketin. Ma mirov dikare ji sîya xwe bazbide gelo? Ma mirov dikarê ji dîroka xwe bazbide gelo?..Ji rastiya xwe?Naxêr!Ji bona kultureke afirîner divê em kultura eşîri baş nasbikin û wêna li gora pîvanên zanyarî analîz bikin; Kultura eşîrî stûneke di kultura Kurdan de ye. Ew stûn bi hezar salan li ser lingan maye… Bi çar gotinên çarçık kirî jî ji holê ranabe…Em baş dizanin ku; ji aliyekî de eşîr bûne kospek li himberî yekîtîya netewî, ji aliyê din de bûne stûneke kurdewarî! Ji aliyekî de eşîr tirşin, ji aliyekî de tehlin! Ji aliyekî de eşîr malxerabiye, ji aliyekî de malavakirine. Ji aliyekî de eşîr teslîmbûne, ji aliyekî de berxwedane. Ji aliyekî de eşîr kurdewariyê ye, ji aliyekî de nokertîye. Ji aliyekî ew gul in, ji aliyê din de jî eşîr dirî ne…Taybetmendiyên eşîran di hemû deman de wilo ne.Ango mirov nikare civata eşirı tenê yekalî binirxîne. Di vir de em hewcedarê metodên zanyarî ne. Lê belê Kurdên me yên ku dibin bandora mentalîta kolonyalîstan de mane, ji perwerda wana xwîn û goşt girtine, bi berçevka wana nêzîkî civata eşîrî dibin. Serdestên kolonyalîst çi gotibûn, Kurdên me yên bejik, wan ramanan dubare dikin. Naxwazin taybetmendiyên Kurdistanê fêm bikin. Teoriyên rêzber û bê naverok bi dûv hevdu de dibêjin û dibin xeribe cıvata xwe. Ji ber wilo jî dîtinên wana qurmiçî ne. Rê nişanî mirovên Kurd nadin, ne bi kêrî defê tên ne jî bi kêrî zirnê.Veca, heger em bixwazin civata kurdan tevli taybetmendiyên wêna fêm bikin, divê dîtin û nirxandinên me li gora rastiyên civakî û dîrokî bin. Divê kultura Kurdistanê bi hemû dewlemendî, avanî û taybetmendiyên xwe were fahmkirin. Kevneşopî, netewayetî û hemdemî di warê kulturî de, divê hevdu timam bikin. Mînak; ji bona ku em karibin mastekî bi tahm çêbikin, him şîr û him jî heyvanê me divê xweşik werin analiz kirin. Ji bona mastekî xweş him şîrekî bi qalîte û him jî heyvanekî ku taybetmendiyên şîr xurt bike ji me re pêwiste. Gava ku qalîta şîr bilind be, heyvan çiqasî qels be jî, mast dîsa çêdibe. Ango heyvan nikare ji binî de, taybetmendiyên şîr biguherine. Ji vî şîrî mastek çêdibe, lê ev mast dikare ne bi dilê me be.Nırxandin û sentezên bedew wilo têne afirandin. Ma ji şîrê mîhan mastê çêlekan çêdibe gelo? Heyvanê me çiqasî xurtbe jî, nikare taybetmendiya şîrê mîhan biguhere. Ji şîrê mîhan incex mastê mîhan çêbibe!Kultur, dîrok, civak, huner jî bi heman prosesê ve pêşve diçin. Ma ji van rastîyan re delêlîyên navê bajêr lazim in gelo? 

Nêrînek

Nerîna min :