CîhanPolîtîk

Serokwezîr li ST. Petersburg komek hevdîtin pêktîne

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 31.05.2017ê, bi serokatiya şandeyeke bala ku ji Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û hijmareke wezîr û berpirsên hikûmeta Kurdistanê pêk tê bi serdaneke fermî gihiştine Rûsyayê û dê li bajarê ST. Petersburg beşdariyê di Foruma Êkonomî ya Navdewletî de bike.Di çarçoveya serdana xwe ya bo Rûsyayê de, serokwezîrê Kurdistanê û şandeya pê re dê digel Vladimir Putin serokê Rûsyayê û Sergej Lavrov wezîrê derve û hijmareke berpirsên wî welatî û serokên her du kompaniyên Gazprom û Russneft bicive.

Foruma Êkonomî li ST. Petersburg dê sê rojan dewam bike û di nava van rojan de serokwezîrê Kurdistanê û şandeya pê re dê çend dîdar û civînan pêk bîne.Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re yekem civîna xwe digel rêvebir û berpirsên kompaniya Russneft ya Rûsyayê ku, yek ji kompaniyên mezin yên warê enerjiyê ye, dest pê kir. Di civînê de hevkariya navbera Herêma Kurdistan û kompaniya Russneft niha û di paşerojê de û mekanîzma peydakirina derfetên berhemanîna di warê enerjiyê de li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin. 

Back to top button