DosyaNivîsar

Şer nasekine, nayê sekinandin û nadin sekinandin

NurîÇelik di persiva pirsên Rojevakurd de dibêje: Dewleta Tirk bi saya serê vî şerî Kurdistanê vala dike, Kurdan koçberî metropolên Tirkiyê dike, wan asîmîle dike, koçberên biyanî li Kurdistanê bi cîh dike û Kurdan difetisîne. Pirs û bersiv:


 Nûrî ÇelîkLi Bakurê Kurdistanê piştî pêvajoya ”çareseriyê” têkçû, şerek dijwar dest pê kir.Gelo berjewendî û zerera tevgera Kurd û gelê Kurd li Kurdistana Bakur di vî şerî de çîye?40 sal in li Bakurê Kurdistanê şer e, şerê PKK û qaşo dewletê ye. Û ev 40 sal in Kurd her û her zirarê ji vî şerî dibînin û heta îro jî berjewendîyek netewî jê nedîtine, bi dest nexistine. Gund û bajarên Bakurê Kurdistanê wêran bûn, bi milyonan Kurd koçber û derbeder bûn, zêdeyî 40 hezar Kurd hatin kujtin, mal û canê Kurdan tev helak bû. Her çiqasî herî dawîn nêzîkî 100 şaredarî ketin destê HDP û Kurdan jî, lê dîsa jî mirov nikare bêje ku Kurdan berjewendî bidest xistin. Bidestnexistin ji ber ku ew berjewendî ne ji bo berjewendîyên netewî, lê ji bo berjewendîyên PKK hatin bikaranîn. Û di encamê de xuya bû ku berjewendîyên PKK ne berjewendîyên netewa Kurd in, ne berjewendîyên doza Kurdistanê, lê berjewendîyên dewleta Tirkiyê û qaşo demokrasîya Tirkiyê ye. Ev şerê bi şêwr û mişêwr ji derveyî PKK û dewleta Tirk bi kêrî tu kesekî din nehatiye. Dewleta Tirk bi saya serê vî şerî Kurdistanê vala dike, Kurdan koçberî metropolên Tirkiyê dike, wan asîmîle dike, koçberên biyanî li Kurdistanê bi cîh dike û Kurdan difetisîne. PKK jî heman siyasetê dimeşîne, ne ji bo serxwebûna Kurdistanê, lê ji bo yekrêzî û paraztina sînorên dewleta Tirk şer dike û bi vî şerî jî xwe li ser lingan dihêle. Tiştê ku PKK li ser lingan dihêle û heta îro jî hiştiye çek e û şerê çekdarî ye. Û di encamê de herdu alî jî xizmetê ji dewleta Tirk re dikin û yên ku wenda dikin helbet Kurd in.We go tevgera Kurd?Gelo li Bakurê Kurdistanê ji derveyî PKK tevgerek Kurd heye? Gelo tevgerek ku hem di qada legal de, hem jî di qada şerê çekdarî de karibe bibe nûner û berdevkê milletê Kurd û karibe Kurdan hem ji PKK û hem jî ji dewleta Tirk biparêze heye? Ji xwe pirsa sereke ya Kurdên Bakur ev e, çênebûn û çênekirina tevgera Kurd e. Sedemek ji destpêkirina vî şerê kirêt jî ji xwe ev bi xwe ye. Ne dewleta Tirk dixwaze tevgerek Kurd derkeve holê, û ne jî PKK. Herdu alî jî naxwazin û nahêlin ji derveyî PKK tevgerek Kurd û Kurdistanî derkeve holê û bibe serwer û alternatîf. Ji xwe heke tevgerek Kurd hebûya wê hal û rewşa Kurdên Bakur jî îro di astek din de bûya û belkî pêvajo, mizakere û çareserîyên rasteqîn bihatina destpêkirin. Bi kurt û Kurmancî; ji zirarê pêve tu fêde û berjewendîya Kurdan di vî şerî de çênebûye.Ji bo sekinandina vî şerî pêwistî bi çi heye?Li gor dîtina min, şer nasekine, nayê sekinandin û nadin sekinandin. Heke şer bisekine ne PKK dimîne û ne jî dewleta Tirk êdî kare zilmê li Kurdan bike. Ji ber ku fêde û berjewendîya herdu alîyan jî di vî şerî de heye, wê zû bi zû şer nedin sekinandin. Ji xwe bisekine jî dewleta Îranê nade sekinandin. A.Ocalan gotibû ”em rêxistinek taşeron in, herkes me bi kar tîne”. Rêxistinên taşeron jî bêguman îro ji bo yekî, sibê ji bo yekî din şer dikin. Ji xwe rewşa Rojhilata Navîn li holê ye, destê kê di bêrîka kê de ye kes nizane. Di guhertina Rojhilata Navîn de pêwistî bi rêxistin û partîyên mîna PKK pir heye. Bi taybet dewletên dagîrker dixwazin ev cûre rêxistin hebin ku karibin wan li dijî Kurd û Kurdistanê bi kar bînin. Karibin wan ji Kurdistanek serbixwe û yekgirtî re bikin asteng. Lê helbet sekinandina vî şerê bê wate û dûrî berjewendîyên netewî pêwist e. Dil dixwaze ku şer ji Bakurê Kurdistanê derkeve û Kurd ji bêhna xwîn û barûdê rizgar bibin û bi ser hişê xwe ve bên.Li gor min, ji ber ku PKK bi pere û çekên dewletê hatiye damezirandin (A. Ocalan) û dîsa ji ber ku KCK û HDP li ser daxwaza Ocalan û MÎTê ”ji bo rêlibergirtina netewparêzîya Kurd” hatine damezirandin (S. Sureyya Onder), sekinandina vî şerî jî ne di destê PKK lê di destê dewleta Tirk de ye. Kengî pêwistîya dewleta Tirk bi şer û şerê çekdarî nema, wê gavê şer tê sekinandin. Wek min li jor jî anî ser zimên, helbet wê dewleta Îranê nexwaze şer bê sekinandin, ji ber ku Îran naxwaze dewleta Tirk di Rojhilata Navîn de xurt bibe û cîh li berjewendîyên Îranê teng bike. Lê xwedîyê sekinandina şerê esasî dewleta Tirk bi xwe ye. Li alîyê din, wek min li jor jî behs kir, heke ji derveyî PKK li Bakurê Kurdistanê hem di qada legal û siyasî de, hem jî di qada çekdarî de tevgerek xurt û Kurd û Kurdistanî hebûya, wê karîbûya bandorek mezin li sekinandina vî şerî bike. Gava di meydanê de ji derveyî PKK alternatîf û hêzek xurt hebe, bike neke wê xwedî gotin, xwedî bandor û xwedî daxwaz be. Ji ber ku li Bakurê Kurdistanê halîhazir tevger û hêzek bi vî awayî xwedî gotin û bandor tuneye, sekinandina şer jî ne di destê me, lê di destê dewleta Tirk de ye.Di baweriya we de cardin pêvajoyek bi navê çareseriyê dikare dest pê bike? Eger dest pê bike dê çewa be?Gelo birastî pêvajoyek bi navê pêvajoya çareserî û aştîyê hebû? Yan jî ev pêvajo pêvajoya hevduxapandin û meferstendinê bû?Li gor min, pêvajoyek bi navê pêvajoya çareserîyê tunebû. Tunebû ji ber ku tu xwestek û daxwazên netewî li holê tunebûn. PKK tenê doz û daxwaza çareserîyên pir piçûk û hindik dikirin, ku ji xwe şer ji bo wan daxwazan jî nayê kirin. Pêvajoya ku hatibû destpêkirin tenê ji bo herdu alîyan jî qezenckirina dem û wext bû. AKP bi vê pêvajoyê xwe di çavê Kurdan de şîrîntir kir, piştgirîyek mezin stend û desthilatdarîya xwe saxlem û xurttir kir. PKK jî prestîja ku di nava Kurdan û Tirkan de ketibû ji nû ve qezenc kir û ji bo şerê xendekan û wêrankirina Sûr, Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Hezex û bajarên din amadekarîya komkirina çek û cebilxaneyan kir. Pêvajo li ser esasê wêrankirina bajarên Kurdistanê, koçberkirina Kurdan û kujtina heşt hezar xort û keçên Kurdan dimeşîya û bi dawî bû.Gelo li kuderê dinyayê pêvajo û mizakereyên bê şahid û bê garantî hatine kirin? Ka çavdêr, şahid û qasidên serbixwe û navnetewî? Ka belge û soz û peyman? Tunene. Tunene ji ber ku pêvajoyek bi navê pêvajoya çareserîyê tunebû. Rast e, pêvajoyek hebû, lê ew pêvajo ji alî dewlet û PKK ve çavseyandin û xapandina Kurdan bû. Çi cara ku Kurd bi ser hişê xwe ve tên, çi cara ku ruh û hişmendîya netewparêzî û Kurdistanî di serê Kurdan de geş dibe, hew we dît bi hinek plan û projeyên wek pêvajoyan Kurd dîsa hatin bêdengkirin û xapandin. Li gor min ev pêvajo plan bû, proje bû û encama wê jî ji xwe eşkere û diyar e.Gelo wê pêvajoyek din bê destpêkirin?Helbet belkî bê destpêkirin. Lê ew pêvajo dîsa bi PKK tê destpêkirin, yan ji derveyî PKK tê destpêkirin, emê di pêşerojê de bibînin. Rewşa Rojhilata Navîn eşkere ye, nexşeya herêmê tê guhertin. Li Başûr Kurdistanek serbixwe tê damezirandin. Li Rojava Kurd xwedî hêz û hevkarên Amerîkayê ne, herêmek fireh di destê wan de ye (her çiqas YPG ser bi PKKê ve be jî). Li Rojhilat şerê çekdarî dest pê bûye. Gava ev hemû dikevin ser hev û guhertina nexşeya Rojhilata Navîn li holê ye, helbet wê dewleta Tirk jî mecbûr bimîne ku hinek gavan bavêje û piçûk bin jî wê rê ji hinek mafên Kurdan re veke. Heke neke, belkî tofana ku hat serê Sûriyê bê ber derîyê wê jî. Ji ber van sedemên herêmê, îhtîmalek mezin heye ku di pêşerojê de dîsa pêvajoyek bê destpêkirin. Li gor hinek nivîskarên nêzîkî AKP û Erdogan (wek  Abdulkadir Selvi) dibêjin, wê pêvajoyek bêyî PKK lê bi HDP û dezgehên sifîl re bê destpêkirin.  Lê di her halûkarê de, AKP û Erdogan ji bo ku di hilbijartina 2019an de dîsa qezenc bike û bibe serokdewlet, dibe ku hinek gavên demokratîk bên avêtin. 

Back to top button