CivakDosya

Divê kurd piştî DAIŞê xwe ji şerê şîeyan re amade bike!

Sengawî:Mehmûd Sengawî: Eger em nebin yek metirsiya 1975 dê dîsa were serê me.Fermandeyê Pêşmerge û endamê Polîtburoya YNKê Mehmûd Sengawî dibêje, divê kurd piştî şerê DAIŞê, xwe ji şerê şîeyan re amade bike çimkî dê piştî DAIŞê êrişî kurdan bikin. Li gora Basnews ragihandiye, Mehmûd Sengawî duh li bajarê Helebcê di merasima bibîranîna şehîdên kîmyabaranê de gotarek pêşkêş kir û got, werin em li ser şerefa xwîna şehîdên Helebcê bibin yek ji ber ku piştî DAIŞê, şerekî mezin li pêşiya me ye. Sengawî ku di heman demê de fermandeyê Pêşmerge li eniya Germesêrê ye jî, her wiha got, ewên ku duh bajarê Helebcê dan ber bombên kîmyayî îro bi kincên DAIŞê kurdan dikujin û şehîd dikin. Wî fermandeyê Pêşmerge anî ziman ku divê kurd piştî DAIŞê xwe ji şerekî din re jî amade bike û got, ew jî şerê şîeyan e. Ew şîeyên ku niha qaşo dostên me ne hizra wê dikin ku çawa piştî DAIŞê êrişî me bikin. Efserekî şîe li bajarokê Gulale gote min “ez şanaziyê bi wê rojê dikin ku piştî DAIŞê li dijî we şer bikin û li Kerkûkê werim kuştin!”… Wî rayedarê YNKê bang li tevahiya hêzên siyasî yên Kurdistanê jî bibin yek û got, bila hemû bizanin ku metirsî li ser gelê me heye. Eger ew metirsî cardin mîna sala 1975 bi ser me de were wê çaxê tevahiya rêveberiya kurdan dê xayîn were dîtin. Ji ber wê jî êdî dema wê hatiye hemû aliyên siyasî bibin yek û li dijî dijminên xwe derkevin. Nabe desthilat û qorixkirina desthilatê wisa li me bike ku em gelê xwe ji bîr bikin. 

Back to top button