Nivîsar

Peyama serok barzanî ji bo referandumê

Dr. Osman Weysî Dema em kedekê dikin û dixwazin civakeke baş ava bikin û aştiya siyasî û civakî belav bikin, ew jî bi yekrêzî û yekdengiya nişyimanî, pêwîst e partiyên siyasî destêwerdanê di berjewendiyên straretjîk ên niştimanî de nekin, ku li vir pêwîstî bi dengê xelkê heye û eger xelk bên piştguhxistin dê civak tevlihev û seqet bibe, herwiha dibe ku bandoreke xerab û metirsî li asayîş û aramiya civakê jî bê kirin.Dema ku armanc û gotar hev digirin. Dema peyama niştimanî tê pêşkêşkirin, divê kar bê kirin bo gel peyama xwe rabighîne. Eger demokrasî xwedî pareke mezin be û berjewendiya gel di ser hemû tiştî re be, divê biryar ya welatiyan be.Dema peyam behsa azadiyê dike, ku sermaya herî mezin a mirovan e, wê demê bi ti awayî nabe ti hêzek rê lê bigire, ji ber azadî namîne, lewma nabe rê li pêşiya wê bê girtin û bê bikaranîn, bi awayekî dadperwerî û yasayî de, ku ne li dijî berjewendiya giştî be.Li vir em karin bêjin ku, peyama niştimanî ya Barzanî, çi wek serokê Herêma Kurdistanê be, yan jî wek serokê partiyeke siyasî xwedî dîrokeke siyasî û yasayî û şoreşgêr be, pêwîst e em bi awayekê berpirsyarane û dûr ji zikreşî û kîneyê lê binerin, da ku ew peyam bigihê cihê xwe, lewma em aliyê yasayî bi vî awayî şirove dikin:Yekem: Peyamek e bo niştimanGel û axa Kurdistanê xwedî dîrokeke dirêj in di xebat û qurbanîdanê de, bi sedan sal e kurd di bin deselatên dijminan de, kes û civak û samanên wan bindest bûn. Barzanî dibêje niha welat kar û erkeke sereke ji me dixwaze, ew jî: Daxwaz dike ku em hemû bo niştiman hizir bikin û bo paşeroja zarokên xwe kar bikin, ev jî di qanûnê de jê re tê gotin: Esasê qanûnê û berjewendiya giştî di ser hemûyan re ye.Duyem: Hêz û aliyên siyasîPartiyên siyasî yên Kurdistanê dikevin rewşeke neyasayî dema dijatiya referandumê disekinin. Li gorî yasayên partiyên siyasî, pêwîst e ew partî pêbendî mafên niştimanî û neteweyî yên Kurdistanê be. Pêwîst e partiyên siyasî niştimansaz bin û pêngavên dewletbûnê bavêjin di ser her tiştî re bavêjin, ew jî bi riya siyasî û yasayî û civakî û aborî.Sêyem: Rewşa navçeyê û navdewletîDi çarçoveya yasayî de cih û dema guncay xwedî wateya yasayî ye, bawer nakim ku kes bêje niha jîngeha herêmî û ya navdewletî ne guncayî ye bo ku gelê Kurdistanê pênaseya xwe bike û daxwaza xwe di endabûna civaka navdewletî de nîşan bide, ku ew jî mafekî giştî di nava yasayên navdewletî de.Çarem: Nakokiyên navxweyîNakokî û hevrikiyê siyasî hin car dibin daxwaza neyaran, lê di bin her hêncetekê de bin nabe bibin rêgir li pêşiya erkên niştimanî û berjewendiyên giştî, ku divê berjewendiyên welat di ser her tiştî re bin, lewma nabe nêrînên cuda yên hizbî û kesî bibin rêgir li pêşiya derfeta encamdana karên niştimanî, lewma Barzanî dibêje, nabe ev nakokiyên siyasî bibin rêgir li pêşiya hêvî û armancên xelkê Kurdistanê de.Pêncem: Gotûbêj ligel BexdayêPirsa lidarxistina referanduma niştimanî, bêguman bi gotûbêjan dest pê dike û ne jinşkê ve, ku divê Bexda û civaka navdewletî bizanin ku Kurdistan ber bi referandumeke niştimanî be pêngavan davêje, lewma ragihandina vê pirsê bi vî aliyê yasayî pêngaveke yasayî ye.Şeşem: Bang û peyama aştiyaneBanga Barzanî bo aliyên siyasî aştiyane û demokrasyane ye, mebest û merama wî nêteke paqij e.Barzanî dibêje: Aliyên siyasî hevkar û hevaheng dibin bo mîlet. Ne dijminên hev in, xwedî xebatek in, vê carê jî xwena niştiman nêzîk bûye û ev yek me kom dike. Eger Kurdistan bê referandum serxwebûnê rabighîne, yasayîtir e, ku Serokê Kurdistanê li Parlemantoya Kurdistanê peyamê rabighîne û parlemento pêşwaziyê lê bike, lê Barzanî dibêje bila referandum bê kirin û gel biryara xwe bide. Peyama Barzanî aştiyane û demokrasîyane ye bo gotûbêjan ligel Bexdayê. Barzanî dibêje: Werin em hemû bihevre kar bikin.Heftem: Roja ragihandina peyamêTevî ku Barzanî roja 3.7.2014 daxwaz ji parlementoyê kir ku yasaya Komîsyona Bilind a Hilbijartin û rapirsiyan derxîne û dîraseya wê yekê bike ku rojekê bo referandumê diyar bike, lê Parlementoya Kurdistanê erkê xwe bicî neanî û karê xwe nîvcî hişt û salek derbas bûye ku dîraseya vê pirsê nekiriye.Di 23ê Hezîranê de, beruvajî yasa û biryara kodengî û hevahengiyê, parlemento mijûlî kar û biryarên hizbî bû, lewma niha ya baş li şûna karekî neyasayî, karekî niştimanî bê kirin.Heştem: Bihayê yasayê û bihayê siyasetDi yasayê de dibêjin, bihayê yasa bi bihayê siyasî yê diyarkirî ve mehkûm e û siyaset û rehendên wê girêdayî rewşê ne û bihayê tekestên yasayî jî di vê rewşê de wateya xwe ya rasteqîne werdigire.Bi wê wateyê ku bihayê yasayî ya peyama Serok, bihayekî zindî ye di jîngeha karên Kurdistanê de û niha karkirin bo referandumê xwedî bihayekî yasayî ye, ku di nava civaka Kurdistanî de cihê xwe dibîne û tê qebûlkirin jî.Wêneyên dîrokê û xebat û qurbanîdanê wê yekê ji me dixwazin ku em di dinyayekî nesiyasî de ji bihayên yasayî yên karên niştimanî kêm nekin, bi vî awayî jî wek Mamoste Ebû Bekir Karwanî gotiye: Pêwîst e aliyên siyasî bersiveke erênî bidin banga Barzanî. 

Back to top button