CivakRojev

32 sal di ser koçberîya mezin re derbas bûn

Di 31ê Adara 1991an de Kurdên Başûrê welêt neçar man ji ber êrîşên rejîma Baas a Saddam Husên birevin û berê xwe bidin Rojhilat û sînorê Bakurê Kurdistanê. Di ser wê karesata hovane re 32 sal derbas bûn.

Piştî 5ê Adara 1991ê, di encama raperînên li Herêma Kurdistanê, Kerkûk jî di nav de, piranîya navçeyên Kurdistanî rizgarkirin. Lê di 27ê Adara 1991ê de artêşa Iraqê ji bejahî û hewayî êrîşek berfireh pêk anî û çi zarok, jin, pîr û ciwan bin carek din sivîl kuştin. Di heman rojê de Kerkûk, di 31ê de jî Hewlêr hat dagîrkirin. Piştî dagîrkirina Herêma Kurdistanê,koça mezin a Kurdên Başûrê Kurdistanê dest pê kir û bi sed hezaran kesan berê xwe dan sînorên Rojhilat(Îran) û Bakurê Kurdistanê (Tirkiyê). Di sala 1991ê de li Başûrê Kurdistanê zêdetirî milyonek kes ji bo peydakirina stargehê ketin rê. Ji ber ku rayadarên Tirk di destpêkê de rê nedan ku sînor ji Kurdên perîşan re bên vekirin. Bi zêdebûna zextên navneteweyî, rayedarên Tirk destûr dan gel ku sînor derbas bikin. Nêzîkî milyonek û nîv Kurd ji tirsa dûbarebûna jenosîda Enfalê xwe li sînoran girtin. Di demek kin de li ser sînor dest bi avakirina kampan kirin. Li gorî daneyên Komîserîya Bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) 750 hezar kes gihiştine sînorê Rojhilatê Kurdistanê, 280 hezar kes gihiştine sînorê Colemêrg û Şirnexê û 300 hezar kes jî neçar mane di nav sînorên Başûrê Kurdistanê de koç bikin.

Di koçberîyê de herî zêde zarok û extiyar zirar dîtin. Ji ber nebûna alîkarîya bijîşkî, bi hezaran zarok û kal û pîrên Kurd ji serma û birçîna mirin. Ji ber nebûna derman û xwarinê zarok bi îshal, enfeksiyon, kêmxwarinê û gelek nexweşiyên cuda ketin. Li gorî raporên Wezareta Karên Derve ya DYA û Sazîyên Mafên Mirovan yên navneteweyî, rojane li ser sînorê Colemêrg û Şirnexê ji 500 heta 1000 kesî jiyana xwe ji dest didan. Komeleyên Mafên Mirovan dest bi dayîna derman û xwarinê ji bo kampên demkî kirin. Lê tevî vê yekê jî Kurd demek dirêj di kampên Rojhilat û parêzgehên Kurdan de man.

Mahe Adarê di dîroka milletê Kurd de mehek taybet e. Di vê mehê de gelek rojên xweş û gelek jî rojên reş û bi êş çêbûne. 31ê Adarê yek ji wan rojên reş û bi êş e. Wê karesata 31ê Adarê heta hetayê ji dil û mejîyê Kurdan dernekeve.

Back to top button