Li Deriyê sinorî di navbera bakur û başûrê Kurdistanê de, deriyê Xabûrê li himber kaçaxî û gendeliyê operasyonek berfireh hate kirin. Operasyon ji aliye dozerê Silopî ve dihat rêvebirin. Li gora medya Tirkî, eve demek bû dozerê Silopî ji bo gendelî û kaçaxiya li deriyê Gumruk a Xabûrê dihat kirin operasyonek nehînî rêve dibira.
Di encam de çerçova vê operasyonê de 8 karmend û 22 kesên kaçaxî dikiran hatine binçavkirin û niha li emniyeta Silopî di binçav de ne û lêpirsîn di derbarê wan de berdewam e.
Li gora çavkaniyekî nexwest navê xwe eşkere bike, dibêje: Tê zanîn ku deriyê Xabûrê qada gendeliyek berfirehe. Gelek karmendên gumrikê û herweha kesên kaçaxiyê dikin hevkariya hev dikin. Lê gendeliya derîyî Xabûrê ne tenê van kesan ve girêdayî ye. Gelek insanên siyasî jî di nav de ne, lê mixabin ji bo hinek sedemên siyasî wan nagirin û tu lêpirsîn di derbarê wan de nayê kirin. Gelek cara berpirsên partiya desthilat di deriyê Xabur de hatiye tespît kirin ku kaçaxiyê dikin, lê di derbarê wan de tu miamele nehatiye kirin.