Encama teqîna balefirxaneya Stanbulê derdikeve holê. Şevîdin demjimêr 22.00 3 kesên çekdar li 3 cihên cuda li balefirxana Stanbulê bi çekan xelk gulebaran kirin û dawîyê de xwe teqandin.Di encama Teqînê de heta niha 36 kesî jiyana xwe ji dest daye û 197 birîndar hene. Herweha piştî êrîşê hemû çûyin hatinê balefira hate sekinandin.Îro demjimêr 8.00 cardin çûyin hatina balefira destpêdike.Şevîdin serokwezîrê Tirkiye hinek wezîr hatin Stanbulê û serdana cihê bûyerê kirin.SErokwezîrê Tirkiye da xuyakirin ku heta niha em seda sed nizanin kî ev bûyer kiriye, lê dixweyê li gora emaretên heyî DAÎŞ ev bûyer kiriye.Piraniya pisporên terorê vê bûyerê dişibînin bûyera li balafirxaneya Birukselê pêkhatî.