Şanda ENKSê li Moskova civînek li gel cîgirê wezîrê derve yê Rusya û nûnerê taybet yê serokê Rûsya ji bo karûbarên rojhilata navîn, Mîxaîl Bogdanov pêkanî. Di civînê de behsa rewşa Suriye û herweha behsa pêşeroja Suriye û Kurdistana Rojava hate kirin.. Piştî civînê şanda ENKSê da xuyakirin ku wan civînek serkevtî pêkanî û li ser du mijara hatiye sekinandin.Rewşa Suriye bi giştî û rewşa Kurdistanê taybetî. Li ser rewşa Kurdistana Suriye, nûnêrê taybet yê Putin gotiye ku, ew dizanin kurd dostê Rusyane û ew yekrezîya kurda li Rojavayê Kurdistanê dixwazin. 


