CivakPolîtîk

ENKS ji bo helwesta girtinê PYDê şermezar dike

Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de girtina Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdsitana Suriye (PDKS) û Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Ebdulkerîm Mihemed şermezar kir.
ENKSê di daxuyaniya xwe de daxwaza azadkirina hemû girtiyê siyasî ji zindanên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) kir.
ENKS di daxûyaniya xwe de dibêje: “Di dema ku alîgirên ENKSê li Amûdê sêyemîn salvegera Kareseta Amûdê ku têde li ser destê çekdarên PYDê 6 kes şehîdbûn û bi dehan xelkên sivîl birîndarbûn bibîrtanîn, piştî bidawîbûna merasîmê, du otombîlên ser bi çekdarên PYDê ve Ebdulkerîm Mihemed giritn û ew birin cihekî nediyar.”
 ENKSê di daxuyaniya xwe de kiryarên PYDê û hêzên çekdar ên ser bi wê partiyê ve bi tundî şermezar kir û daxwaz kir ku, ev kiryarên hovane li dijî endam, alîgir û partiyên ENKS werin rawestandin, herwiha daxwaz ji hemû rêxistinên navdewletî û Kurdistanî yên mafê mirov kirine ku, fişarê li PYDê bikin jibo van kiryarên xwe li dijî ENKSê û cemawerê ENKSê rawestîne.

 

Back to top button