26ê Gulanê

Dîroka tevgara azadixwaz a Kurdistanê, dîroka bi sedan serhildan, berxwedan û tekoşînek mezine. Şoreşa Îlona pîroz sala 1970-ê encamek mezin destxist û li gel hukumeta Iraqê peymana 11-ê Adarê imze kir. Kurdistan azad bû.. Kurdan serkeftiyek mezin destxistin.

Lê hukumeta Iraqê dema keysê xwe anî û rewşa cîhanê û siyaseta navnetewî sala 1975-ê, kurd ji destkeftiyên wan dûr kirin û şoreşa netewi bi awayekî sekinî. Sala 1975-ê dema Iraq û Îranê çavderiya herdu hêzên mezin yên cîhanî peymana Cezayirê imze kirin, ji bo tevgera azadixwaz a kurd pêvajoyek nû destpêkir. Qonaxek dijwar bû, cîhan dijê tevgera kurd bibû yek. Tu mecala kurdan nemabû, kurdan destkeftiyên xwe winda kirin û hêviya kurdan têkçû. Hêdî kesekî bawer nedikira ku dê li başûrê Kurdistanê cardin kurd bikaribin rabin ser xwe. Dema mercên cîhanî bi temamî dijê mirov be û hêvî têkherin rabûna li ser piyan cardin zehmete. Sala 1975-ê, ne tenê têkçûnek ji bo Kurdistana Başûr bû, herweha şikênandina hêviyên tevgera kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bûn.

Dema  Partiya Demokrta Kurdistanê biryar da şer bisekinîne û pêşmerge ji devrê vekişe , Barzaniyê nemir di hevdîtinek ya xwe de, ji berpirsên hêzên pêşmergeyan re dibêje: “ Îro rewşa cîhanê eve, herkesekî pişta xwe daye me, lê siyaset her roj tê guhertin, di 6 meh din çi bibe em nizanin, ez naxwazim  di mercên îro de li ser berdewambûna şer israr bikim, ji bo qehremanên miletên me hemû neyên şehîd kirin, ji ber ku dema merc pêkwerin ew ji bo tekoşîna azadiya vî miletî pêwistin..“ Ev goatara Barzaniyê nemir bû hêviyek ji bo pêşerojê.

Sala 1976-ê  Partiya Demokrat a Kurdistanê li ser daxwaziya Barzaniyê nemir serkirdiyatiyek demî(Qiyada Miweqet) pêkanî û dest xebata xwe kirin.Di wê demê de, li hemî derî kurdan rexne li PDKê digirt û mixabin taybetî Barzaniyê nemir bi tundî dihat tawanbar kirin. Dema têkçûna Şoreşa Îlonê kesekî xwe nekir şirîkê têkçûnê û li dijê PDK-ê û Barzaniyê nemir kampanyayên xirab hatin destpêkirin. Çepitî di nav kurdan de belav bû. Pîvanek ya çepitiya kurdan jî rexnekirina serokê netewî Barzanî bi xwe bû.

Di qonaxek vî awayî de, PDK ê dest xebata xwe kir. PDK a Tirkiye û PDK a Sûrî jî bi hemî awayî di vê qonaxê de mil dan xebata Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê û amadebûna şerek nû şerê azadiya Kurdistanê dikiran. Ji alikî ve amadebûna kar û xebata xwe dikiran ji aliyê din ve bersiva rexneyên aliyên din yên Kurdistanî didan. Bê guman her ji sala Adara 1975ê heta Gulana 1976ê her gava hatî avêtin cihê nirxandinên taybetin.  

Di encam de li himber hemî astengan û bê imkaniyan 26-ê Gulanê 1976-ê di serokatiya Partiya Demokrata Kurdistanê de, kurdan li başûrê Kurdistanê dest nivîsandina dîrokek nû kirin.Pêşmerge cardin li çiyayê Kurdistanê ji cîhanê re ispat kirin ku , kurd zindîne û heta detsxistina mafên xwe yên rewa dê şerê xwe bikin.26ê Gulanê bû qonaxa duyem a şoreşa Îlona pîroz.  

Di wê qonaxê de asteng di rêya Şoreşê de gelek hebûn, astengên mezin bûn û ya  girîng rewşa kurda bi xwe bû.  Lê hevkariya hersê partiyên demokrat ên Kurdistanê, ya başûr, bakur û rojava karî van astengên pratik û siyasî û heta redeyekî îdeolojîk derbas bibin. Cardin hêviya miletekî ya ku çilmisî, 26 Gulan a 1976-ê de şîn bû.

Qonaxa ji sala 1975-ê heta 1979-ê qonaxek gelekî girîng e. Konaxek berfirehe û belkî beşek mezin û taybet ya dîroka siyasî di vê qonaxê de veşartiye. Divê di vê qonaxê de her tiştên hatî nivîsandin û bûyerên bûyîn, ji bo dîrokê ronî bike bi awayekî bêne berhevkirin û tomarkirin. Lê niha ev konax ne babetê vê nivîsêye.

Di nirxandina Şoreşa Gulanê de babetek gelek girîng heye ku, piraniya caran tê ji bîr kirin, yan jî li ser nayê sekinandin. Gelo “Şoreşa Gulanê“ berdewambûn an jî qonaxa duyem a Şoreşa Îlona Pîroz e? yan sala 1975-ê dema nekse çêbûyî Şoreşa Îlonê ji holê rabû û Şoreşa Gulanê bi serê xwe û taybetmendiyên xwe û herweha bingehê xwe yê siyasî û îdeolojîk Şoreşek ku ji Şoreşa Îlonê serbixweye? Ev ji bo zelalkirina dîrokê babetek gelek girînge. Pêwiste ku di nirxandina Şoreşa Gulanê de ev mijar bête zelalkirin.

Li gora baweriya min “Şoreşa Gulanê“, ne ji şoreşa Îlonê veqetayî û serbixweye. Berhemek yê şoreşa îlonê ye û berdewambûna vê şoreşêye. Ji ber ku bîr û baweriyên herdu şoreşan yekin, serokatiya herdu şoreşan Partiyeke. Dema Şoreşa Gulanê PDK-ê di nav xwe de tu guhertinên bingehîn yên îdeolojik nekirine. Başe dema serkirdiyatî yek be, îdeolojî yek be armanc û hedef yek be,ji bo çi wek du şoreşên ji hev cuda bêne nirxandin. Bê goman mercên siyaseta cîhanî û qonaxa ku Şoreşa Gulanê destpêkirî ji berê gelek cuda bûn. Lê ev nabê sedem ku “Şoreşa Gulanê“ ji Şoreşa Îlonê bê cuda kirin.

44 saliya şoreşa Gulanê li gelên Kurdistanê pîroz be. Pêwistiyek gelek  girîn li vê derê heye ku divê behsê bête kirin. Îro ew qadroyên serkirdiyatiya Şoreşa Gulanê û PDK a Iraqê dikiran piraniya wan dijîn û desthilata Kurdistana azad di destê wan deye. Destkeftiyên îro berhemên şoreşa Îlonê ye. Nabê tu cara eq qonaxên dijwar bêne ji bîr kirin, dema yad kirina van bûyerên dîrokî baş bêne kirin, ihtimle ku di qonaxa tê jiyan de, mirov behtir bikaribe xwe ber bi çavre derbas bike, kêmasî û valehiyên peyda dibin bêhtir realist binirxîne. Ev yek her demî dibe gavek gelek hêja û serkeftî ji bo pêşerojek ronahî.

26. Gulan.2020

Dara Bilek

Nerîna min :