Jêderekî agahdar li eniya Başîkê ragihand ku, di bombebarana balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî de bo ser navendên terorîstên DAIŞê, 25 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.
Kargêrê liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Seîd Memozînî ji KDP.info re ew nûçe piştrast kir û ragihand: “Îro şemeyê balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li çeper û navendên DAIŞê li eniya Başîkê dan.”
Seîd Memozînî wiha domand: “Di encama wan bombebaranan de, 25 terorîstên DAIŞê hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.”