Nivîsar

200 kes û bi hizaran gewherên dîrokî

Berî du salan, Senterê Komate yê Dekomentkirina Dîroka Şoreşê, bi piştevaniya cenabê kak Nêçîrvan Barzanî, Cîgrê Serokê Partiy Demokrat a Kurdistanê (PDK) û bi alîkariya kak Ako Mihemed Rêveberê Tora Medyayî ya Rûdawê, ji bo tomarkirin û arşîfkirina dîroka şoreşên Kurdistanê, pêngava xwe ya yekem avêt.

Senterê Komate bi kadroyek gelek biçûk û imkanên sinordar, lê bi îrade û viyaneke geleka mezin û bi ruhê pêşmergatiyê, dest bi vî kar û xebatên pîroz kir û berdewam bû.

Îro roja sêşemê 19.12.2023ê hejmara wan tekoşer û xebatkarên ku, heta niha Senterê Komate hevpeyivîn pê ra  kiriye û dîroka wan û çîroka xebata wan tomar û arşîf kiriye, gihaye 200 xebatkaren. Hevpeyvînên van xebatkaren hemû bi hev ra zêdetir 830 demjmêran e.

Ev 200 xebatkarên Senterê Komate hevpeyvîn pê ra kiriye, piraniya wan Pêşmerge bûne û piranî jî Pêşmerge yên her du şoreşên Îlon û Gulanê bûne. Gelek jî ji wan hem Pêşmerge û hem jî zîndaniyên siyasî bûne. Lê herwesa,  Pêşmerge yên şoreşên Barzan (1943-1945), yên Komara Kurdistan li Mihabad û yên pêvajoya derbasbûna li çemê Aras û çûna Yekêtiya Soviyetê bi Barzanî yê nemir ra  jî di nav da hene. Çend endamên Partiya Hîwa jî di nav wan da hene.

Di nav wan 200 xebatkarên hevpeyvîn pê ra hatiye kirin, herwesa, hejmareka jinên xebatkar ku, hindek  ji wan zîndaniyên siyasî û hindek jî jinên nandeh û xebatkarên nav şoreşê de bûn hene.

Di nav van 830 demjmêrên hevpeyivînan da bi hezaran çîrokên gelek balkêş hene ku, mirov dikare baştirîn film, drama, roman û pertûkên dîrokî li ser çêke.

Senterê Komate bi wê arşîva li ber dest heye,  di nava van du salan da,  kariye di warê dîrokê da alîkariya bi dehan xwendkarên Diktora, Master û Bakaloriosê bike.

Senterê Komate, heta nuha, li bîreweryên gelek pêşmerge û xebatkaran jî xwedî derketiye û kariye du pertûkên bîreweryên wan ji mirinê rizgar bike, çap biket û pertûka siyan jî nuha  ji bo çapê tê amadekirin.

Di pêngaveke din da, Senterê Komate, bi hemahengî digel Senterê Zaxo yê Lêkolînan li Zanîngeha Zaxoyê, kariye nêzîkî 136 ji van 200 hevpeyivînan, bi rêya xwendkarên xwe yên her du pişkên dîrokê û zimanê kurdî, wan hevpeyivînan derxe ser kaxezê û nuha kar li ser tê kirin ku, di paşerojê da wek pertûk werin çapkirin.

Senterê Komate  çîrokên van xebatkaran berdewam di malperê xwe da (senterekomate.org), Facebook, Instagram, Telegram, tiktok û Yutubê jî da belav dike.

Li dawiyê ez dixwazim careke din spasiya cenabê kak Nêçîrvan Barzanî bikim, ji bo pişitevaniya wî ya berdewam bo xebatên Senterê Komate. Spasiyeke gerim bo kak Ako Mihemed, ji ber ku bi rastî jî eger ew nebûya bawer nakim vî pirojeyî ronahî bidîta. Herwesa ji dil û can spasiya  hevalên xwe yên Senterê Komate dikim ku, bi şev û roj wek Pêşmerge yên xwebexş dixebitin û xizmeteke mezin dikin, heta ku me karî vê pêngava mezin bavêjin.

Spasiyeke taybet pêşkêşî wan hemû heval, dost û xweşitviyan bikim yên ku berdewam bi peyîv û nirxandinên xwe hêzeke zerir bi me didin û  ji bo xizimeteke mezintir me teşwîq dikin.

19.12.2023

Rizgar Kêsteyî

Berpirsê Senterê Komate

Duhok

Back to top button