Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê Victoria Nuland û şanda pê re kir.
Di wê civînê de ku Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski amade bûbû, dîtin û nerîn li ser dawî guhertin û pêşveçûnên rewşa Îraqê û deverê û pêşxistina peywendiyên dualî li hev hatin guhertin.
Tewerekê serekî yê wê civînê girêdayî pêdivîtiya çarekirina arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî bû. Her du alî li ser wê yekê hevnerîn bûn ku divê Hikûmeta Federalî rêzê li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bigire û nabe Bexda wekî welatiyên hejmar du serederiyê bi xelkê Herêma Kurdistanê re bike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez li ser giringiya bihêzkirina sîstema federalî û mukomkirina bingehên demokratî li Îraqê kir.
Cîgira Weîzrê Derve yê Amerîkayê piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kuristanê û mafên wê yên destûrî di çarçoveya Îraqê de tekez kir. Pêşxistina çanda pêkvejiyanê û azadiya olî û parastina mafên mirov û pêkhatên Kurdistanê jî tewerekê dî yê danûstandinan bû.