Cîhan

Nivîskara Kurd Mojgan Kawûsî hat girtin

Nivîskar û lêkolînera Kurd ya xelkê Kelardeşta Mazenderanê Mojgan Kawûsî, ji alî hêzên rejîma Îranê ve hat girtin û bi 39 meh cezayê girtîgehê hat cezakirin.

Li gor daxuyaniya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja 18ê Kanûna 2023an, Nivîskar û Lêkolînera Kurd Mojgan Kawûsî a lêkolînera Kurd li bajarê Kelardeştê hat girtin û ji bo 39 meh cezayê girtîgehê bikşîne ji bo girtîgeha Tunekabon a Mazenderanê hat veguheztin.

Mojgan Kawûsî berî niha ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a bajarê Sarî ve bi tohmeta “kombûn û lihevkirina dijî ewlehiya Îranê” bi 39 meh girtîgeh û “bêrêzîkirina bi Xamineyî” bi 15 meh û yek roj girtîgeh û “propaganda li dijî hikûmetê” bi 8 meh girtîgehê hatibû cezakirin. Li gor yasaya serhevkirina cezayan, wê cezayê herî giran ango 39 meh girtîgeh ji bo niviskara Kurd bê cîbicîkirin.

Çalakvana Kurd Mojgan Kawusî roja 3ê Çileya 2023an, piştî derbaskirina 104 rojên  girtîgehê, bi awayê demkî hatibû berdan.

Back to top button