Civak

2 kurên Pêşmergeyan piştî 53 sala hatin Kurdistanê

Xurşîd Hemîre û Remezan hemîre du birayên Kurdê runiştvanê Sovyetê piştî 53 salan vegeriyan warê bavê xwe û bi Kurdistanê şad dibin.

Ew du birayên kurê Hemîre Qadir Mamîskî rêhevalê Mela Mistefa Barzanî ne û piştî serdana xwe ya Kurdistanê çûne serdana Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê.

Xurşîd Hemîre Qadir li sala 1955 li Taşkendê ji dayik dibê, Hemîr Qadrî bavê wan li sala 1959 li gel rêhevalên Barzanî li Sovyetê vedigerê Kurdistanê.

Remezan jî li sala 1960 li Kurdistanê ji dayik dibê, piştî demeke şer destpêdike û dayika wê malbatê li gel kurên xwe diçin Sovyetê.

Back to top button