1ê Gulanê pîroz be!
Zahmetkêşên Kurdistanê,
Sibê 1ê Gulan e.
1ê Gulan Roja Xebat û Piştgirî ya zahmetkêşên cihanê ye.
Di vê rojê da, li seranserê cihanê, çînê bindest, karker, gundî, hêjar, bi gîştî hemu zahmetkêşan derdikevine kolanan, bi cî be cî kirina çalakiyên cur be cur, dijî zilm û zordariya çînî, netewî û cînsî derdikevîn û daxwazên xwe eşkere dikin.
Her usa peyman nu dikin, ku heta, ku sîstema wekhevî û dadperwerî li civatê da cîgir be, kar û xebatê bikin, piştgirî hevdu bin.
Gelê Kurdistana bindest,
Li kuderê dinyayê dibî bila be, sibê ligel zahmetkêşen dinê derkeve meydanan, dijî zilm û zordariya neteweyî derkeve û daxwaz ji zahmetkêşen dinyayê bike, ku piştgiriya xebata netewî û demokratîka gelê Kurdistanê bikin.
Zahmetkeşên bîndest û tekoşerê Kurdistana Bakur, Herwekî dizanin tundûtijî dîsa bi ser welatê me girtiye. Qurbaniyên şerê kîrêt roj bi roj zêde dibe. Xalkê me yê belangaz ciyê bav û kalan, mal û warên xwe bi cî hiştine û dîsa ketine rêya xeribiyê.
Sedemên vê rewşa xirap sîstema dewleta Tirk ya dagirker û siyaseta çewt a PKK ye, ku şer aniyê kuçe û kolanên bajar û bajarokên me û dest bi “şerê kozik” kiriye.
Ji ber vê yêkê, sibê derkeve meydanan û hawar bike, ku:
Li Kurdistanê şer bê rawestandin;
Operasyonên leşkerî ya dewletê bê sekinandinê;
Êdî Kurdistanê pirtir neyê mîlîtarize kirin;
Ji bona çareser kirina pirsa Kurd bi rêka diyalog û bi şîveyê aşitiyê gavên pêwîst bêne avêtin;
PKK dev jê “şerê kozik” berde, agirbesê bê qeyd û şert rabigihine;
Divê hêzên welatparêzên Kurdistan bi gor peyama 1ê Gulanê, ku yêkîtî, hevkarî û xebat e, tevbigerin û bona azadiya welat û bextewariya gel hevkarê hevdu bin, pêkve kar û xebatê bikin;
Hemu astengên, ku li ber xebata sendikayî û çinî hene û armanca wan pêşi girtina xebata çinê karker û zahmetkêş e, bêne rakirin û çinê zahmêkêş bikare bi azadi rêxistinên xwe ava bike.
Em 1ê Gulanê li zahmetkêşên Kurdistanê û hemu dinyayê pîroz dikin û carekî din banga hêzên kurdistanê dikin, ku ji bona azadiya welatê xwe destê xwe bidine hevdu, mil bi mil ji bona aşiti, azadî û wekheviyê kar û xebatê bikin.
Bijî 1ê Gulan!
Bijî Xebata Zahmetkeşên Kurdistanê Yên Dijî Çevsandin û Zêrandinê!
Bijî Yekitiya Hêzên Kurdistanê
30 Avrîl 2015
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK