Îroj

18’ê Reşemî

18’ê ReşemîDi sala 1546’an û di rojekî wekê îroyê de reformîsta olî yê Elman Martin Luther li bajarê Eislebenê ji ber kêmaniya nexweşiyên gurçik û dil koça dawî kir.Martin Luther (10’ê sermaweza 1483 – 18’ê reşemiya 1546) yek ji reformîstên olî yê û bi eslê xwe Elman e.Li bajarê Eislebenê ji dayîk bûye û li zanîngeha Erfurtê perwerde dîtiye. Piştî perwerdeya xwe li zanîngeha Wittenbergê dest bi mamostetiyê kiriye. Luther li ser nakokî û sextekariyên ola Xirîstiyaniyê sekiniye û li dijî wan derketiye. Cara yekemîn li dijî firotina endûljansê di 31’ê Sermaweza sala 1517´î de angaşt û protestoyên xwe di bin 95 xalî de bi deriyê Kelheya Wittenbergê ve kiriye û li dijî sextekarî û olfiroşiyê derketiye. Ev yeka han dibe sedem ku Luther ji aliyê paşverûtiya dêrê ve bibe hedef.Di sala 1518´an de ji aliyê Papa li Romayê li dijî Luther doz tê vekirin. Jê tê xwestin ku nêrînên xwe şûnve bikşîne û li dijî sazûmaniya rûniştî ya dêrê dernekeve. Heya bigire ji aliyê key Maximillian tê aforozkirin. Luther hin caran bi nameyan lêborîna xwe ji Papa Leo X. dixwaze, lê ji ramanên xwe nayê xwar. Papa Leo X. wî di 15’ê Pûşper 1520´an de bi belavokek aforoz dike ango ji olê dertîne.Lê roj bi roj alîgirên Luther jî zêdedibin. Şagirtên wî belavoka Papa diqelişînin. Luther him bi dozên ku li dijî wî vebûne re bilî dibe, him jî dest ji ger, waîz û civînên xwe nakşîne. Yekemîn car wergera Mizgînê (Încîl) bo Almanî tê kirin. Luther dixwast ku hemî waîz û karên olî bi zimanên herêmî were kirin ku mirov jê fêhm bike. Gundiyên Almanan bi fikrên Luther dest bi serhildanan dikin. 50.000 gundî ji aliyê dûkên Katolîk ve tên kuştin. Seranser Ewropa dikeve nîqaş û tevlîheviyê. Gel dibin du alî, hin fikrên Luther dipejirînin, hin jî li dij derdikevin. Ev yeka han civakê diguherîne, pêşde dibe.Luther li dijî Papa û paşverûtiyê gotar û pirtûkên tûj dinivîsîne. Papa bi navê “berdevkê Şeytên” binavdike. Li dijî Tirkan û Cihûyan derdikeve. Hatina Tirkan berî bi Ewropa rexne dike û gel hişyar dike. Luther biserdikeve û di gelek warên jiyanê û prînsîbên olî de reforman pêk tîne. Ew wekî reformîstekî wêrek û serkeftî tê zanîn.

Back to top button