Bi vê munasebetê gelek nivîs hatin weşandin û gelek aliyên siyasî û civakî ev roj a girîng pîroz kirin. Dema mirov berê xwe dide van daxûyanî , pîrozbahî û temeniyên ji bo axavtina zimanê Kurdî û bi karanina zimanê kurdî di karûbarên rojane de tiştên balkêş derdikevin hole.

Yekemîn , ew alî , kesayet, rojnemavan, rewşenbîr û nivîskarên ku bi kurdî dinivîsin, kurdî diaxêvin û bi awayekî kurdî dijîn cihê şanaziya Kurdan e û her ew demana parêstina zimanê Kurdî ne.

Lê mixabin ji aliyek din jî beşek mezin û taybetî li bakurê Kurdistanê, Tirkî qise dikin, Tirkî difikirin û Tirkî dijîn lê behsa zimanê Kurdî jî dikin, roja zimanê Kurdî bi mentalîteyek ya Tirkî pîroz dikin. Gelo di nava HDPê de çend parlementer kurdîaxêv in? Ev yek pirsgirêkekî mezin e. Dema tu doza zimanê kurdî bikî û bi tirkî bijî wek kurdekî şermek mezin e.

Xwepêşandanan de Tirkî diaxêvî, civînên dezgehên partiya te bi Tirkî ne, daxûyaniyên te Tirkî ne, baş e tu çawan zimanê Kurdî diparêzî? 

Berê xwe bidinê, îro li Qendil rêveberiya PKKê de çend kes kurdî dizanin? Kurdên beşên din yên tevlî PKKê bûne hemû zimanê Tirkî fêr bûne. Gelo ev tesedûfek e?

Di rastîya xwe de eger tu hêzek kurdî bî, partiyek kurdî bî dive ji berî her tiştekî tu bi giranî zimanê xwe bi karbînî, civînên te bi kurdî bin û propaganda te bi kurdî be.

Kurd kêmasî dive li himber zimanê xwe dirûstbin. 

Bê guman dewletê Kurdî qedexe kiriye, di rêya pêşketina zimanê kurdî de astengên mezin çêkiriye , ji bo zimanê Kurdî winda bike gelek bername çêkirine .

Lê siyaseta kurd jî bi awayê pêwist li zimanê kurdî xwedî derneketiye. Heta wek vê gave jî sedemek mezin ya bi kêmkaranîna zimanê kurdî kêmasiyek ya aliyên siyasî ye. Tu behsa Kurdistanê dikî, behsa mafê kurdan dikî, lê mixabin bi xwe Kurdî napeyivî. 

Kurd divê berî her tiştekê mejiyê xwe ji entegrekirinê xilas bibin. Heta ev yek nebê mirov nikare ji zimanê xwe re  xizmeta pêwist bike.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: