Civak

150 jê jin 6 hezar bazirgan li Kurdistanê hene

Li herêma Kurdistanê bêtirî 6 hezar bazirgan hene û ji wan 150 jin in.

Berpirsê ragihandina Yekîtiya Hawirde û Nardinkarên (impor û export) Kurdistanê Bextyar Mela Ehmed ji AKnewsê re ragihand ku heta niha bêtirî 6 hezar bazirgan li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Kerkûkê li ba yekîtiya wan hatine nivîsandin.

Ehmed aşkere kir ku ji wan bazirganan 150 jin in ku 100 li parêzgeha Silêmaniyê û 50 ji parêzgehên din in.

Yekîtiya Hawirde û Nardinkarên Kurdistanê di sala 2007ê de bi awayekî fermî hat damezrandin.  Berî hîngê ew şaxekî Yekîtiya Hawirde û Nardinkarên Iraqê bû.

Back to top button