Dosya

15 salîya Rojevakurd

Divê herkes ji alîyê xwe de hewl bide ku nivîs û lêkolînên balkêş wergerîne û di malperê de biweşîne.  

Nûrî Çelîk

Çapemenî beşek ji tekoşîna azadîyê ye. Her çiqasî di vê dema sosyalmedyayê de girîngî û nirxên çapemenî û malperên înternetê kêm bûbin jî, malperên înternetê dîsa jî xizmetek baş ji ziman û tekoşîna Kurd û Kurdistanê re dikin û girîng in.

Di destpêka her gavê de, di destpêka weşana her malperên înternetê de kêmasî çêdibin, di Rojevakurd de jî bêguman çêbûne. A girîng  ew e ku malper her ku biçe xwe nûjentir bike, xwe dewlemendtir bike û ya herî girîng jî zimanê xwe pak û zelaltir bike.

Li gor min kêmasîyên Rojevakurd ev in:

  1. Zimanê Rojevakurd
  2. Mîzampaj ango dirûvê Rojevakurd
  3. Beş-kategorîya „Dîrok“ ê kêm e
  4. Nivîs û analîzên kesên biyanî

1-Di Kurdîya Rojevakurd de gelek caran xeletî tên kirin û Kurmancî wek gramatîk û rêziman nayê bikaranîn. Nûçe yan nivîs gelek caran bi devokên herêmî tên nivîsandin. Gava ziman ne sererast, dirust û zelal be, bala xwendevanan nakşîne û xwendevan ji xwendina wê direvin. Berî nivîsek yan nûçeyek bê belavkirin, divê bê sererastkirin û piştre bê weşandin. 

2-Helbet mîzampaj yan jî qalibê nû  yê niha ji yê kevn çêtir û xweştir e. Lê ez dibêjim dikare xweştir bê çêkirin. Divê em ji bîr nekin, berî hûn zikê kesekî têr bikin, divê hûn çavê wî têr bikin. Ev prensîpek ji yên bazirganîyê ye. Di weşangerîyê de jî heman prensîp derbas dibin. Mîzampaj û reng û dirûvê malperekê ji bo xwendevanan pir girîng e. Malpera ku mîzampaj û dirûvê wê bala xwendevanan nekşîne û çavên wan têr neke, nikare wan qezenc bike. Gelek caran ji bo xwendevanan mîzampaj ji nivîsan balkêştir e.

a. Divê ew rengê reş ê pişta malperê rabe. Nivîsên bi rengê spî çavan dêşîne. Pişt spî û nivîs reş bin maqûltir û xweştir e.

b. Heger derfet hebe û hûn karibin malperek wek malpera Milliyet a Tirkî çêbikin wê hem xweştir û hem jî balkêştir be. 

3- Li gor min beş û kategorîya DÎROKê ji malperê kêm e. Di beşê dîrokê de meriv dikare gelek tiştên wek nivîs, wêne, kesayet û kevneşopîyên Kurd û Kurdistanê tê de biweşîne û wek arşîv wan biparêze. 

4-Nivîs, şirove û lêkolînên nivîskar yan pisporên biyanî, hem di derbarê Kurd û Kurdistanê de, hem jî di derbarê herêmê û Rojhilata Navîn de pir girîng in. Divê herkes ji alîyê xwe de hewl bide ku nivîs û lêkolînên balkêş wergerîne û di malperê de biweşîne.  

Bi vê nimasebetê ez 15 salîya Rojevakurd pîroz dikim, berdewamî û serketinê ji wê û ji we re dixwazim.

Dest û hestên we sax bin.

Back to top button