Sal 1986. Iraqa Seddam Huseyin li gel şerê bi Îranê re hêzeke mezin şand ser Kurdistanê. Armanc kuştina hemû mêrên Kurd ji 13 salî heta 70 salî bû. Ji bo ev armanc pêk bê, hemû rê û awa mubah bû; bombekirin, ji bin ve wêrankirina gund û bajaran, qetlîamên gelêrî, bikaranîna çekên kîmyayî û hwd.
Van êrîşên hovane 3 salan dom kir, lê êrîşên herî mezin di sala 1988an de rûda, Helebçe yek ji wan êrîşan bû. Ne tenê Kurd her weha Asûrî û Turkmenan jî ji van êrîşan para xwe girt. Di encamê de 182.000 Kurdistanî hatin kuştin, ji 4665 gundên başûrê Kurdistanê 4000ê wê bi erdê re kirin yek, bajarên wek Qeladiza, Seydsadiq yek mala ku ava, nema. 3000 camî, 2000 dibistan, 300 nexweşxane û 27 kilîse wêran kirin. Milyonek Kurdistanî cî û warên xwe berdan bi çol û çîya ketin. Elektrîk, telefon, rê hemû felc bûn, zevî û ziraet beyar man, heywanê kedî neman. Dema leşkerên Seddam trîbuna bendava Dukanê vekir, bi sedan gund bi xanî û mal û zevîyên xwe di binê avê de man.
Seddam û heramîyên wî navê vê jenosîdê ku wan ji Quranê girtibû, danîbû ”Enfal”. Enfal mana xwe ”xenîmeta şer” e. Belê rast e, Seddam ne tenê Kurdistan wêran kir, mêrên ku destê wan sîleh digre kuşt, her weha wek DAÎŞa îroyîn, bi dehhezaran jinên kurd ber bi çolên Ereban ve mecbûrî koçberîyê kir, wek ”xenîmeta şer” dest danî ser wan, tecawuzî wan kir û hinekên wan li sûkên dewletên Xelîcê firotin. Hîn îro jî li deverên Ereban, gorrên komkujîya Kurdan dertên holê.
Îşaretên qirkirina Kurdan hîn di sala 1983an de, dema bi girtin û kuştina hemû mêrên Barzanîyan ku bi dest xistibûn dîyar bûbû. Baasîyan avêtibû ser herêma Barzan, ji 10 heta70 salî, 8000 mêrên Barzanîyan dîl girtibûn û biribûn çolên başûrê Iraqê û hemû bi saxî binerd kiribûn. Jinên wan li Musul û Hewlêrê mecbûrê îqametê kiribûn.
Yek ji qetlîama herî mezin ku tarîxa modern şahid bûye, komkujîya Enfalê ye. Ew sê salên di navbera 1986-1989an de, Seddam ew êrîşên hov, di bin sîya şerê bi Îranê re kir. Amerîka, Ewrûpa, dinya musilman, cînarên Kurdistanê hemû bêdeng man, çavê xwe girtin û xwe kerr kirin. Kîngê bi sedhezaran Kurd ji bo hewla canê xwe, li sînorên Tirkîyê asê bûn û ew dîmen bi rîya televizyona ketin malên Amerîkî û Ewrûpîyan, hîn nuh dezgehên navneteweyî dengên xwe bilind kirin. Hîn jî ew sûretên bi sedhezaran Kurd di serma û qesemê de ku xwe li sînorên Tirkîye, Îran û Sûrîyê dabûn di hafizeyan de teze ne.
Bi hemû wehşet û wêrankarîya xwe Enfalê jî xelkê Kurd teslîm negirt. Gelê kurd ew 4000 gund û bajarên xwe ji nû ve ava kirin, rê û pire ji berê jî çêtir kirin. Zevî ji nû ve şîn bûn, kerîyên pez û garana dewaran li mêrgên Kurdistanê ji nuh ve çêrîyan. Li ser axa xwe, xwe bi xwe îdare kir, azadî û demokrasîyeke ku tu car ew ax nebûye şahid, anî.
Dewleta Federa ya Kurdistana Başûr îro ne tenê ji bo Kurdan, herweha ji bo Asûrî, Turkmen, Ereb, ji hemû etnîsîte, Êzîdî, Suryanî, Kildanî, Şebek, Ehlî Heq, Şiî hemû ol û mezhebî re bûye sitar. Gele Kurd him xwe û him jî mirovatîyê ji DAÎŞê û ji hemû êrîşên hovane diparêze.
Divê dinya êdî vekirî piştgirîya gelê Kurd bike ku xwe bi xwe îdare bike, mecbûrî jîyana bi dewletên ku ev keraset anîne serê wan, neke. Divê em hemû Kurdên li dinyayê, Dewleta Federe ya Kurdistana Başûr biparêzin û bi xwîn û can bi meşa wan a ber bi serxwebûnê re bin. Beşek be jî tu car gelê Kurdistanê hewqas nêzîkî serxwebûnê nebûye.
Parlamentoya Kurdistanê roja 14ê Nîsanê, ji bo bibîranîna Enfala reş, îlan kirîye. Kurd ne tenê di roja 14ê Nîsanê de, wê tim û tim vê qirkirinê bîne bîra xwe û ew ê ji bîr neke.
Roja 14ê nîsanê birîneke din ya miletê Kurd e. Du serokên rêxistina Azadîyê, Xalid Begê Cibrî û yek ji mebûsê Kurdistanê yê meclîsa yekem ya Tirkîyeyê Yusuf Zîya di vê rojê de ji alîyê dewleta Tirk ve hatine kuştin. Xalid Begê Cibrî hat gulebarankirin, Yusuf Zîya hat îdam kirin. Em wek Partîya Azadîya Kurdistanê li ser rêça rêxistina Azadîyê, ji bo armanca wan a Kurdistaneke azad bimeşin.
GELÊ KURD WÊ TU CAR ENFALA REŞ JI BÎR NEKE!
BIJÎ DEWLETA FEDERE YA KURDISTANA BAŞÛR!
EM BI VÎYANA XALID BEGÊ CIBRÎ Û YUSUF ZÎYA BEG TÊDIKOŞIN!
13.04.2015
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê