Nivîsar

14 rojnamevanên zîrek

 

Televizyona Haberturkê ragihandiye ku li ser daxwaza Dadgeha Sêzdemîn a Cezayê Giran a Stenbolê ku li Doza Ergenekonê dinihêre, Sererkaniya Giştî hin hordiskên computerê hinartine dadgehê. Di wan hordiskan de 600 hezar bi şifre, tevek 3 milyon belge derketine holê. Di nava belgeyan de hin belgeyên girîng û balkêş derketin holê.

Yek ji wan belgeyan jî, radana AK Partiyê ye. Dema qeneralên Ergenekonê xwestine ku AKPê rabidin, pêşî 14 rojnamevanên xuyanî xistine tevgerê û wan bi helebezkî dest bi xebatê kirine.

Bi derketina wan belgeyan, niha tê payîn ku Dadgeha Cezayê Giran wê dest bi vekirina hin dozên din jî bike.
 
Navê wan 14 rojnamevanan bi tîpan weha ketine medyayê: “E.Ö., M.Y. Y., İ.S. İ.B., S.T., R.A., F.B. T.D., H.K. K.A.,Y.B., F.B., A.B., N.E.,” Lê balkêş e ku di nava rojnamevanan de navê kesên wek “E.Ö., İ.B. û F.B.” jî hene.

Xuya ye ku “wê ev hevîr pir av bigire.”


Rojeva Kurd/Stenbol

Back to top button