Civak

120 koçber ji mirinê xilasbûn

Li Tirkiye rojane bi dehan koçberên ku bi rêyên kaçaxî derbasî Tirkiye dibin ji bo biçin welatên Ewropayê têne girtin, herweha bi dehan jî di rêya koçberiyê de jiyana xwe ji dest didin.

Duh jî otomobilek balhirlgirên mezin TIR, ji Agriyê diçuya Stanbulê. li devera Behra Reş li ser rêya bajarê Samsun û Orduyê polisa TIR sekinandin û dîtin ku gelek koçber di Tirê de ji birçiya û têhna bêhal bûne û dilê hinekan ji wan bûriye.Hêjmara koçberan 120 kes bû.

Piraniya van koçberan ji Afganistan û Pakistanê derbasî Îranê bûne û ji Îranê jî bi rêyên kaçaxî derbasî bakurê Kurdistanê bûne û berê xwe dane Stanbulê.Dema polisa ew sekinandin ji germa gelek ji wan ketîbûn erdê û wan hewldida nefesekî bistînin ji bo ku bijîn.

Back to top button