11’ê Reşemî
11’ê ReşemîDi sala 1990’an û di rojekî wekî îroyê de Serokê Kongreya Neteweya Efrîqa Nelson Mandela piştî esîrtiya 27 salan îro azad bû.Nelson Rolihlahla Mandela (bilêvkirina bi Kurdî Nêlsin Mandêla) (d.b.18’ê tîrmehê 1918) yekemîn (ji 9’e gulanê 1994 – pûşper 1999) Serok Komarê zengî yê Afrîkaya Başûr e.Berî hingî ew ji bo bizavên siyasî û bo nehêlana rejîma Apartheid têkoşîya bû ketibû zîndanê. Ew beriya ku bibe serokkomar, rêberê Kongreya Neteweyî ya Efrîqayê (African National Congress, ANC) bû.Wî 27 salên jiyana xwe li zîndanê bihurandine ku piraniya wê li zindana Gizirta Robên Robben Island derbazbû. Ji ber vê heyama dirêja zîndanîbûnê û bizava wî ji bo nehêlana nîjadperestiyê ew bû navdartirîn rêberê şerê dijberî Apartheidê.Li van bîst salên bihurî wî zêdetirî sed xelatên navneteweyî wergirtine. Li sala 1992’ê wî Xelata Atatürk a Aştiyê nepejirand û got ko ew nikare di vê rewşa ku Kurdan li Tirkiyê tên bindestkirin de xelatekî wiha werbigire.